NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Federaliya Sûriyê ya Mafê Mirovan de ku bi boneya salavera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hatiye weşandin hat destnîşankirin ku Tirkiyê bi hevkariya Hêzên Opozisya Sûriyê ya çekdarê ya Sûriyê li gel bêdengiyeke navdewletî 20‘ê Çileya 2018‘an bi hemû cûre çekên giran êrîşê Efrînê kirin û kokujiyên hovane derheqê sivîlan de kirin, di encamê de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn. her wiha bi hezaran ji niştecihên resen hatin koçberkirin.

Federaliya Mafê Mirovan Sûriyê binpêkirinên dagirkeran li Efrînê rêz kirin bi qirkirina etnîkî bi ku dighêje asta sûcên cînayatan a navdewletî bi nav kir û wiha domand: "Mînakên ji van kiryaran sûcên şer e û sûcên navdewletî li dijî mirovahiyê ye, binpêkirinên xeternak ji mafên mirovan e ku artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li dijî sivîlan pêk tîne. "

Di daxuyaniyên de sûcên hêzên dagirkir li Efrînê hatin bi bîrxistin û wiha hatin xêzkirin

"Yekem- topbaran gund, herêmên girêdayî Efrîn û wêrandkirina avahiyan yên ku tu eleqeya wan bi armancên leşkerî tune ne.

Duyem- bizanabûn êrîşên bi hawinan û balafiran li dijî sivîlan pêk anîn, komkujiya Cilbirê mînak e.

Sêyemîn- Beyî ku pêwîstiyek leşkerî hebe deverên dîrokî bê serûber wêrankirin.

Çaremîn- Bi zanabûn rojnamevanan an jî karmendan an jî erebeyên ku bi erkên mirovî radibûn kirin hedef.

Pêcemîn- Bi zanabûn avahiyên olî, zanistî, nexweşxane û cihê kombûna nexweşan û birîndaran kirin hedef.

Şeşemîn- Bi zanabûn bi mebesta ku zextê li Hêzên Sûriyeya Demokratîk bike sivîl dorpêç kirin, li ser vê yekê rêyên derbasbşna alîkariyan qur kirin û toreyên pêwendiyan û kehrebe û avê qut kirin."

Federasyona Mafê Mirovan a Sûriyê binpêkirinên li Efrînê ji aliyê hêzên dagirker ve şeremzar kir û bang li hêzên navdewletî kir ku di zûtirîn demê de destwerdanê bike û binpêkirinên li bajarê Efrînê rawestîne û wiha domand :" Em piştgiriya malbatên qurbaniyan Sûriyê dikin. Em sersaxî ji tevahiya şêniyên Sûriyê yên ku li gund û bajarê Efrînê jiyana xwe ji dest dane dixwazin. Em şifaya lezgîn jitevahiya birîndaran dixwazin. Em tevahiya binpêkirinên tundiyê, revandin, koçberkirina bi darê zorê û bûyerên kuştinê der heqê gelê Sûriyê de çi ji hêla Tirkiyê be yan jî ji hêla rêjîma Sûriyê be şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî dikin bi awayekî cidî û bi lez bilebbitin û dagirkeriya li ser Efrînê bi dawî bikin."

Federaliya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku ew ji roja destpêkê em dagirkirina Efrînê wekî kiryarekî ne rewa li dijî pransîpên Neteweyên Yekbûyî bi nav dikin û wiha bang kir;

1- Ji hêzên dagikerî bixwazin ku bê şert ji Efrînê û tevahiya xaka Sûriyê derkevin.

2-  Xeteriyên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê û binpêkirinên wê der heqê sivîlan teşhîr bike.

3- Bi lez bixebitin û çaranûsa kesên ku ji hêla dagirkeriya Tirk û komên çekdar ên wê hatine revandin  eşkere bikin û bê şert wan serbest berdin. Her wiha dagirkeriya Tirk neçar bike ku tazîmatên ziraran bide.

4- Bi awayekî lezgîn bixebitin û çaranûsa windahiyan eşkere bikin û sedemên kuştin an jî tesfiyakirina wan ên siyasî û ne siyasî ragihînin.

5- Avakirina komîteya lêpirsîn dadwerî serbixwe bi tevlêbûna nûnerên Federaliya Sûriyê ya mafên mirovan, rêxistinên ku mafên mirovan û mafên jinan diparêzin. En komîte binpêkirinên ku li Efrîn û gundên wê pêk hatine eşkere bike, ji Çileya 2018an ve û heta niha. Her wiha berpirsên ji hêzên dagirkeriyê ku bûn sedema kuştina sivîlan eşkere bike da ku wan veguhezîne dadgeha herêmî û navdewletî û wane muhesebe bike. 

6- bang li rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyê were kirin da ku jib o belgekirina sûcên li dijî mirovahiyê ku dagirkeriya Tirk li Efrînê û gundên wê pêk aniye hevkar bin. Ji bo ku dosyayekê qanûnî amade bikin dihêle ku tevahiya aliyên ku binpêkirin pêk anîne werin muhesebekirin. Ji ber ku ew binpêkirin dighêjin asta sûcên li dijî mirovahiyê.

7- Vegera sivîlên koçber û yên ku şêniyên Efrînê yên ku revîne. Rakirina tevahiya astengiyan ku li hembeer vegera wan dibin bend û pêwîst e ew rê werin peydakirin. Misogerkirina ku kesek êrîşî wan neke û mayîn werin rakirin.  

8- Bang li deste û saziyên navdewletî yên têkîldar bikin, da ku pêdiviyên  şêniyên bajarê Efrînê û gundên wê yên wêrankirî yên rojane û şêniyên Efrînê yên ku hatine koçberkirin, peyda bikin.

9- Meşandina xebata gelêrî û hiqûqî ya tevahiya pêkhateyên Efrînê yên resen ji bo bidawîkirina binpêkirinên hêzên dagirkeriyê yên nijadperestî, qirkirina nijadî û guhertina demogarfiya Efrînê."

Rêxistin û desteyên têkildarî parastina mafên mirovan ên Sûriyê ku daxuyanî imzekirine ev in:

1-      Hevalbendiya Jinên Sûriyê ji bo aktîvkirina biryara Konseya Ewlehiyê ya 1325.

2-      Toreya Parastina Jina Sûriyê (ji 57 desteyên jinên Sûriyê û 60 kesayetên jin ên serbixwe pêk tê).

3-      Federaliya Sûriyê ya Rêxistinan û Desteyên Mafên Mirovan (ji 91 rêxistin, navend û deste ji hundirê Sûriyê pêk tê.

4-      Komîteyên Parastina Mafên Mirovan û Demokrasiyê.

5-      Rêxistina Niştîmanî ya Mafên Mirovan a Sûriyê.

6-      Komîteya Kurd a Mafên Mirovan a Sûriyê.

7- Rêxistina Ereb a Mafên Mirovan a Sûriyê.

8-Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê(Maf).

9-Rêxistina Sûriyê ya mafên mirovan a Sûriyê(DAD).

10-Toreya Sûriyê ya hînkerên mafên mirovan.

11-Rêxistina parastina girtiyên nêrîn a Sûriyê (Rewanke).

12-Tîma Niştîmanî ya Sûriyê ya taybet çavdêriya hilbijartinan.

13-Toreya Niştîmanî ya aştî û ewlehiya civakî.

14-Hevalbendiya Sûrî ya li dijî cezayê darvekirinê (SCODP).

15-Forma Sûrî ya rêxistinên ne hikumî(SPNGO).

(şx)

ANHA