QAMIŞLO

Bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Meclisa Navçeya Dêrikê civînek lidar xist. Bi sedan welatî û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyas beşdarî civînê bûn.

Civîn li navenda Şehîd Bawer a  Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê, Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsiv axivî. Foza komploya navnetewî şermezar û bibîr xist ku armancên komploya ku ev 20 sal in dewam dike, di şexsê Ocalan de têkbirina vîna gelê Kurd e.

Foza wiha dewam kir:”Piştî dîlgirtina Rêber Ocalan gelê me kêliyekê jî têkoşîn û berxwedana xwe li dijî komploya gemar ranewstand.”

Foza Yûsiv da zanîn ku dijminên gelê Kurd li ser polîtîkaya”serî ji laş bibire” her tim rêber û têkoşerên gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê tune dikirin, da ku karibe tevger û şoreşên Kurdan tune bike û wiha dewam kir:”Ji ber ku Rêber Ocalan dizanî ku ew ê bibe armaca hemû dijminên Kurdan û dijberên projeyên azadî û demokrasiyê, wî di pêvajoya têkoşîna xwe de hewl da ku gelekî ku karibe bi hêza xwe têkoşînê dewam bike, biafirîne.”

Foza got:”Bi rastî jî Ocalan komploya navnetewî vala derxist, ji ber ku gelê wî û şagirtên wî hîna şoreş û têkoşînê dewam dikin û li ser fikr û felsefeya wî dimeşin, bi saya vê fikrê jî gelên herêmê rizgar bûn.”

Civîn bi nirxandinên di derbarê sedem û encamên komployê dewam kir. Beşdarên civînê teqez kirin ku pêwîst e çalakiyên li dijî komployê û têkoşîna ji bo azadiya Ocalan dewam bikin.

(kn)

ANHA