DÊRAZOR

Şervanên QSD‘ê Hayil El-Mihemed (Şervan Teyana), Cafer Salih (Şiyar Şenan), Ehmed El-Hisên (Mûşrif) û Siûd El-Elî (Tirkî) di demên cuda di Pêngava Beragera Cizîrê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên gundewarên rojhiltaê Dêrazorê, bi armanca oxirkirinê, cenazeyên şervanên xwe ji gundê herêma Sebha wergirtin bi kerwanekê ber bi goristanan Şehîd Hanî El-Hesen a li gundê Bisêra bi rê ketin.

Girseya gel li goristanê ji aliyê bi dehan şêniyên gundên Bisêra û Dehle ve hatin pêşwazîkirin.

Li vir merasîmek hate lidarxistin û bi turaneke leşkerî dest pê kir.

Di merasîmê de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan rêvebera saziyê Wefa Celal sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bsoza şopandina xeta şehîdan da.

Bi navê QSD‘ê fermandar Yûsif El-Hemze axivî û got, "Em beja xwe li hemberî şehîdan û dayikên wan ditewînin. Wekî hevakên şehîdan em soza temamkirina armancên wan nû dikin. Em ê alên aşîtiyê li her deverî rakin û rûkeniya li ser lêvên mezin û biçûkan vegerin. "

Piştî axaftinan wesîqa şehadetê ya şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyên lehengên xwe di nava dirûşme û tiîliyên dayikan spartin axê.

ANHA