DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên bejahiya rojava ya Dêrazorê, saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê  Mihemed El-Mensûr(Sefûk) ku di 9`ê Tîrmehê de li Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bûn.

Piştî ku şêniyan cenazeyê şehîd wergirtin bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Xidir ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî detpê kir.

Paşê, yek ji şervanên QSD`ê Kerwan Serêkaniyê axivî û sersaxî ji malbatên hemû şehîdan re xwest û got ku şehîdan ji bo azadî û parastina ax welat, gel û rizgarkirina herêmê ji çeteyên canê xwe feda kirin.

Kerwan soza şopandina rêya şehîdan da û ev tişt anî ziman:"Em soz didin ku em ê şopdarê rêya şehîdên xwe bin û em ê ji bo pêkanîna xewnên wan û rizgarkirina kesên ku zilmê dibînin li ber xwe bidin."

Her wiha yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal got ku bi saya tekoşîn û lehengiya şehîdan herêm bi ewlehî û aramî dijî û ev tişt got:"Malbatên ku zarokên wan axa welatê xwe bi xwîna xwe av dan em şehadeta zarokên wan û tevlîbûna wan ji Saziya Malbatên Şehîdan re li wan pîroz dikin."

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyan hate oxirkirin.

(bx/kc)

ANHA