BEYRÛT

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di yekemîn salvegera êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê de ku 20`ê Çileya 2018`an dest pê kirin û bi armanca şermezarkirina bêdengiya navdewletî li dijî binpêkirinên li Efrînê, civînek li paytexa Lubnanê Beyrûtê li dar xist.

Di civînê de ji rêveberên TEV-DEM`ê li Lubnanê Şervîn Cûdî axivî û berxwedana şêniyên Efrînê û berxwedana şervanan li dijî dewleta Tirk a dagirker silav kir.

Şervîn got tevî rewşên zehmet û bêdengiya navdewletî jî şêniyên Efrînê heta kêliya dawîn bi hemû hêza xwe 58 rojan li ber xwe da, berxwedana şêniyan heta niha jî didome û îrade û lehengiya şehîd Avesta Xabûr, Barîn, Karker û Aylan esas girtine.

Şervîn destnîşan kir ku jinên Kurd hebûn û îradaya xwe di Berxwedana Serdemê de îsbat kir, beriya wê jî li Kobanê jî li ber xwe dan. Her wiha Şervîn teqez kir ku şoreşa ku bi îrade û hêza jinan tê birêvebirin, tu carî bi bin nakeve û Efrîn di zûtirîn demê de dê were rizgarkirin.

Di dawiyê de Şervîn Cûdî berxwedana parlamenter Leyla Guven ku ev 76 roj e li Tirkiyê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, silav kir. 

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê, silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û silavkirina berxwedana Leyla Guven bi dawî bû.

(bx)

ANHA