QAMIŞLO

Daxuyanî li Navenda Têkliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê bi amadebûna gelek dezgehên çapemenî  hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî yê TEV-DEM`ê  Kemal Akif ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê asta hovîtiya xwe bilind dikin û hemû pîvan û qanûnên navnetewî binpê dikin. Her wiha hate gotin ku buyerên li Deraayê rû didin nayê wateya çareseriya aloziya Sûriyeyê û divê rêjîm baş nas bike ku çareserî bi çalakiyên leşkerî pêk nayê.

Daxuyaniya Navenda Têkliyên Dîplomasî ya TEV-DEM'ê wiha ye:

Rewşa li Efrînê:

Destdirêjî û kirinên dewleta Tirk li Efrînê her diçe dijwartir dibin û hemû pîvan û qanûnên navnetewî binpê dikin. Evan destdirêjî di çarçoveya qirkirina gelekî berxwedêr de pêk tê. Rewşên revandina welatiyan û kuştin û destdirêjî berdewam e û hewldanên valakirina Efrînê û guhertina nasnameya wê jî berdewam dike. Gelek raporên navnetewî derketin û li gorî van raporan piştrast dibe ku evan destdirêjiyên li dijî welatiyên Efrînê binpêkirineke mezin li hemberî pîvan û rêgezên mafên miorvan e. Evan rapor mijara raporekê ne lê li gorî rewşa li ser erdê li Efrînê dîsa jî têrê nake. Ti alîkarî bi koçberên Efrînê re nayê kirin. Tirkiye dewleteke dagirker e û hebûna wê li giştî Sûriyeyê metirsiyeke mezin e. Her wiha li dijî hemû parçeyên Kurdistanê siyaseta qirkirinê dide meşandin. Tişta ku li Başûrê Kurdistanê rû dide berdewama siyaseta Tirkiyeyê ya li Efrînê ye. Tirkiye bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide hebûna gelê Kurd li  her deverekê tune bike. Pêdivî bi helwesteke Kurdî ya xurt heye û ev helwest jî girêdayî lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê ye. Divê hemû aliyên Kurdistanê helwesta xwe nîşan bidin da ku ev kongre were lidarixistin û destkeftiyên Kurdî bêne parastin û li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Rewa li Deraa:

Rêjîma Sûriyeyê hêjî bawer dike ku serkeftinên leşkerî bingeha çareseriyê ye. Em dibînin ku çareserî nepêkan e bi pêşveçûnên leşkerî pêk were. Tişta ku li Deraa rû dide nayê wateya ku çareseriyek ji aloziya Sûriyeyê re tê danîn. Divê rêjîm baş nas bike ku ji ber guhertinên pêk hatine nepêkan e weke berê vegere. divê nas bike ku rewş hatiye guhertin û aloziya Sûriyeyê kûrtir bûye û pêdivî bi helwesteke bêtir ciddî û berpirsyar heye. pêwîstiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi diyalog û çareseriyeke aştiyane heye. her wiha pêwîstî bi destûrekî nû heye da ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê têde bêne parastin. Ev destûr divê destûrekî demokratîk be û ji aliyê hemû welatiyên Sûriyeyê ve bête hûnandin. Her wiha ji mafê hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ye beşdarî xebatên hunandina destûr bibin. Destwerdanên herêmî û navnetewî ji bo amadekirina lîsteyên komîteya destûrî hewldaneke nayê qebûlkirin û em bi temamî red dikin. Em dixwazin ber bi avakirina Sûriyeke nû ve biçin. Lihevkirina aliyên Sûriyeyê  di pêkanîna çareserî, aramî û demokrasiyê de bingeh e."

(jh)

ANHA