ŞÎNDA EKRAM / QAMIŞLO

Operasyonên qirkirina siyasî ku hikumeta AKP'ê bi serkêşiya Erdogan li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê destpê kiriye, hîna jî bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Polîsên Tirk duh dîsa li Amedê zêdetirî 100 siyametmedar û rojnamevan binçavkirin.

Ji kesên ku hatine girtin, rojnamevanên bi navên Ebdulrehman Gok, Kubrayê Avren, Semîhe Alangul û hevserokê HDP'ê yê Amedê Mihemed Şerîf Çamêî.

Têkildarî mijarê Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker siyasta qirkirinê der heqê gelê Tirkiyê û gelê Kurd de dimeşîne, ev yek jî bi destpêka hewldana derbeya leşkerî ve di sala 2016'an de di pêkanîna qanûna rewşa awarte de berdewam e û wiha got:”Di encamê de binpêkirinên dij azadiya fikr zêde bûn û bi hezaran siyasetmedar û bi taybet rojnamevan hatin girtin.” 

Evîn got: "A ku bala mirov dikşîne, girtina rojnamevanên jin û bikaranîna tundiyê li dijî wan e. Dewleta Tirk carek din zêdetirî 100 kes di nav de rojnamevana Kubraya Avren û Semîhe Alangul û gelek rojnamevanên din jî girtin. Ev binpêkirinên dewleta Tirk der heqê rojnamevanan de têkçûna siyaseta Tirkiyeyê diyar dike. Tirkiyê ji girtina rojnamevanan dixwaze aloziya xwe ya hundirîn û aloziya aborî ku piştî daketina lîreya Tirkiyeyê pêk hat, veşêre.”

Evîn girtina rojnamevanên jin şermezar kir û bi kiryareke ne exlaqî bi nav kir û wiha dewam kir:"Di nav bêdengiya civaka navdewletî û rêxistinên mirovahî de, rojnamevanên jin li hemû aliyên cîhanê tên girtin, kuştin û li ser wan destdirêj tê kirin.”

Di dawiya gotinên xwe de Evîn got: "Em weke rojnamevanên jin li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bêdengiya navdewletî û rêxistinên mafên mirovan şermezar dikin û her wiha em bang li wan dikin ku bi berpirsyariyên xwe li hember van binpêkirinan rabin û yekser mudexele bikin."

(şx)

ANHA