EHMED EL-KEMYAN – TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Endamê Desteya Siyasî ya MSD'ê Hikmet Hebîb derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyê û bi taybet rewşa Sûriyê û hilbijartinên Tirkiyê yên dawî ji ajansa me re axivî.

Hebîb derbarê rewşa başûrê Sûriyê û derxistina komên çekdar ji başûr ber bi bakurê ve ev tişt anî ziman: "Ji destpêkê ve me got ku herêmên 'Kêmkirina şer" xelatên hin dewleta ne. Tiştê vê y ekê isbat dike, niha li başûrê Sûriyê li ser erdê pêk tê. Îsraîl di encama itîfaqa bi Rûsiya re rê da ku rêjîma Sûriyê li başûr pêş bike, da ku Îran ji sînorê xwe dûr bixe. Li gorî daneyên heyî diyar e ku di navbera Amarîka û Rûsiya de itîfaq heye bi vê yekê jî dixazin Îran ji dosya Sûriyê dûr bixin. Rûsiya ev soz daya Amarîka û Îsraîlê, ev yek jî dê bibe sedema nakokiyan di navbera Rûsiya û Îranê."

Hebîb, derbarê helwesta wan wekî MSD'ê jî got ku ew hêvî dikin ku li başûrê Sûriyê çareseriyek dûrî kuştin, wêranî û xirkirinê pêk were û wiha dom kir: "Em hêvî dikin ku sivîl neyên kuştin. Komên navê opozisyonê li xwe kirine, fam kirin, ku ew ê nikaribin li dijî rêjîma Sûriyê û Rûsiya şer bikin. Lê wan asta daxwazên xwe bilind kirin û ji ya xwe danetin, ev jî ji ber ku ew bi derve ve girêdayîne û ne xwediyê biryarê ne."

Hikmet Hebîb di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser civîna bilind a di navbera Rûsiya û Amarîka ku tê payîn di rojên pêş de were lidarxistin û ev tişt anî ziman: "Civîna Rûsiya û Amarîka dê bandorê li rewşa Sûriyê bike. Amarîka dê sozê ji Rûsiya bigire ku Îranê dûrî Sûriyê bixe, beranberî wê dê Rûsiya û rêjîm destê xwe dînin ser Idlibê."

Tê payîn ku civîna Rûsiya û Amarîka di 16'ê Tîrmehê de li Filenda bicivin, di civînê de dê gelek ji wan rewşa Sûriyê nîqaş bikin.

'Em ji danûstendinê re amade ne'

Hebîb, derbarê danûstendinan de jî got ku ew ji danûstendinên Sûrî-Sûrî re amade ne û ev tişt anî ziman: "Ji bo pêkanîna hêviyên gelê xwe, em ji danûstendinan re amade ne, armanca me avakirina sîstemek demokratîk ne navendî ku mafê hemû gelê Sûriyê biparêze. Di vê meha pêşiya me de, dê Kongreya MSD'ê were lidarxistin, em bi rêbazek nû dest bi tekoşînê bikin, da ku em ber bi danûstendina di navbera hemû gelê Sûriyê de pêş bixin. Ji ber em baş dizanin ku tekane riya çareserkirina hemû aloziyan danûstendin in."

'Dewleta Tirk wê hilweşe'

Endamê Desteya Siyasî ya MSD'ê Hikmet Hebîb derbarê rewşa Tirkiyê û destwerdana wê di rewşa Sûriyê de jî nirxandin kir û wiha got: "Dewleta Tirk ji dewletek ilmanî (layîk) ber bi dewletek desthildarî û tundiniyê ve diçe. Ev yek dê rê li ber tevgera gel vebike. Herî dawî wê gelê Tirkiyê li dijî hikûmetê rabe. Êrîşa li dijî Qendîl û herêmên din ên Iraqê tenê ji bo piropoganda Tirkiyê ya hilbijartinê bû."

Hebîb, da zanîn ku dewleta Tirk çete li Sûriyê kirin mijara bazarê û buhayê wê jî ji civaka navdewletî û welatên Ewropa wergirt û wiha dom kir: "Dewleta Tirk navê koman dida guehrtin. Lê di dawiyê de wê dev ji wan berde."

Endamê Desteya Siyasî ya MSD'ê Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de jî got ku têkiliyên di navbera Rûriya û Amarîka tektîkîne û ne stratejîke û ev tişt anî ziman: "Hikûmeta AKP'ê jî beşek ji pirojeyên wan ên nû yên di herêmê de ne. bi taybet piştî ku sîstema desthildariya Tirkiyê kirin desthildariya serokkomar. Ev jî dê bibe sedema ku aloziya hinidirîn kûrtir bibe, bi taybet piştî têkçûna aboriya Tirkiyê, ev êdî ji hemû kesî re diyar bûye."

ANHA