DIYAR EHMO - EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijara siyaseta dewleta Tirk der heqê Rêberê Gelê Kurd Ocalan de li girtîgeha Îmraliyê, hiqûqnas Xunav Mihemed û Xalid Umer ji ajansa me re axivîn.

Têkildarî mijarê dadger Xunav Mihemed got siyasetên dewleta Tirk der heqê Ocalan de hevpeymanên navneteweyî yên mafên sivîl û siyasî binpê dike. Xunav Mihemed wiha domand: "Ev hevpeyman girêdayî parastina azadî û mafên mirovan in. Wek binpêkirineke qanûnên navdewletî tê hesbandin.”

Dadger Xunav Mihemed destnîşan kir ku li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî ne ji mafê tu dewletekê ye ku mudexeleya karûbarên dewletekî din bike. Di berdewama axaftina xwe de Xunav Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya girankirina tecrîdê li ser Ocalan hemû hevpeymanên navneteweyî paşguh û binpê dike û wiha domand: "Dewleta Tirk hîna jî di binpêkirina hevpeyman û qanûnên navdewletî de berdewam e. Li gorî wan qanûnan ji mafê her girtiyekî ye ku parêzer û malbata xwe bibîne û rewşa wî ji derve re bi rêya ragihandinê were aşkerakirin." 

Ji aliyê xwe ve parêzer Xalid Umer dewletên ku beşdarî komployê bûne, wekî dewletên ku şerê fikr û felsefeya Ocalan dikin, bi nav kir. Xalid Umer diyar kir ku ev dewlet dixwazin gelê Kurd bikin bin fermanên hikumetên desthilatdar. Xalid wiha domand: "Girtina Ocalan biryareke li dijî qanûnên navdewletî ye û her wiha biryarên dadgehên Tirkiyeyê di ferzkirina tecrîdê de li Ocalan jî wisa ye. Ew dewlet li gorî berjewendiyên xwe qanûnan diguherin."

Di dawiyê de Xalid Umer destnîşan kir ku rêxistinên navdewletî bi bêdengiya xwe alîkariya dewleta Tirk di girankirina tecrîdê de dikin û wiha pê de çû: “Li şûna ku bi erkên xwe yên mirovî rabin, di binpêkirina qanûnên navdewletî de bi dewleta Tirk re hevkar in û bêdengiya wan îsbata vê yekê ye.”

(şx)

ANHA