QAMIŞLO

Bi sedan endamên Hêzên Parastina Civakî ji bo şemezarkirina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke li dar xistin. Meş li ber navenda Hêzên Parastina Civakî dest pê kir.

Xwepêşandaran alên Hêzên Parastina Civakî, wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên 'Azadiya Apo azadiya gelan e', 'Bê Serok jiyan nabe' hildan û siloganên silavkirina berxwedana Ocalan li girtîgeha Imraliyê beriz dikirin.

Meş li qada Şehîdan a bajarê Dêrikê rawestiya û veguherî mîtingê. Piştî deqeya rêzgirtin daxuyaniyek bi zimanên Kurdî û Erebî ji hêla Bihar Hesen û Emîn Abdullah ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

'Tecrîda li djiî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, derbasî sala xwe ya duyem dibe, heya niha em ti agahiyan ji rêbertî nizanin, desthilatdariya faşîsm hevdîtina parêzer û rêxistinên hiqûqê red dike. Gel li Bakur û Rojavayê Kurdistanê li hember DAIŞ'a terorîst ku hêza xwe ji dagirkeriya Tirk digire sekinîn.

Em weke gelê herêmê vê tecrîdê şermezar dikin. Gelên Bakur Sûriyê pêşeroja xwe bi projeya netewa demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga wê kiriye xemilandine.

Divê gelên azadîxwaz li gel me li dijî dewleta Tirk a faşîst bisekinin. Divê li hember komploya der heqê Ocalan de bêdeng nemînin.'

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê gelek axaftin ji aliyê Meclisa navçeya Dêrikê û hejmarek endamên Hêzên Parastina Civakî hatin kirin. Di axaftinan de şopandina rêya rêgez û felsefeya Ocalan hate tekezkirin. Her wiha axaftivanan destnîşan kirin ku ji bo azadiya Ocalan ji girtîgehê dê fedekariyên ku ji wan tên xwestin bidin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(şx)

ANHA