NAVEDNA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, gerîla Dijwar Çewlig, Rohat Rêber Andok, Sîpan Bandoz û Şoreş Çiya, 2'ê Kanûna 2017'an li Çewligê di şer de şehîd bûne.

HPG'ê ragihand, gerîlayê bi navê Orhan Aslan jî dîl hatiye girtin.

Daxuyanî wiha ye:

2'ê Kanûna 2017'an li gundê Çatak ê navçeya Kanîreşê ya navçeya Çewligê, di navbera hêzên TC ên dagirker û komek ji gerîlayên me de şer qewimî. Di vî şerî de ku gelek leşkerên dijmin hatin kuştin, 4 hevalên me heta kêliya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Hevalê me Rêdûr Çiyager (orhan Aslan) jî bi birîndarî dîl kete destê hêzên dijmin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Dijwar Çewlig

Nav paşnav: Ramazan Tûnç

Cihê jidayikbûnê: Çewlig

Navê Dayîkê: Remziye

Navê bav:Tevfîk

Cihê û dîroka şehadetê: 2`ê Kanûna 2017 / Çewlig

********

Nasnav: Rohat Rêber Andok

Nav paşnav: Hamdûsena Atola

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Suphiye-Alaattîn

Cih û dîroka şehadetê: 2'ê Kanûna 2017 / Çewlig

********

Nasnav: Sîpan Bandoz

Nav paşnav: Halît Daşdemîr

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayîkê: Kezban

Navê bav: Mehmetşah

Cih û dîroka şehadetê: 2`ê Kanûna 2017 / Çewlig

********

Nasnav: Şoreş Çiya

Nav paşnav: Şahabettîn Nasa

Cihê jidaykibûnê: Amed

Navê dayîkê: Songul

Navê bav: Ahmet

Cih û dîroka şehadetê: 2`ê Kanûna 2017 / Çewlig