NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlaya YJA-STAR Marya Reşît 1’ê Mijdara 2017’an li Dersimê û gerîla Dîlpak Evîndar Faraşîn jî 14’ê Hezîrana 2017’an li Zagrosê şehîd bûn.

Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî şehîdan wiha ye;

Di daxuyaniya xwe de ya 14'ê Mijdara 2017'an me bi raya giştî re par ve kiribû ku 1'ê Mijdara 2017'an li qada Sîdarê ya Dersimê artêşa TC'ê ya dagirker operasyonek kiriye, dema operasyonê di encama şer û bombebaranê de 8 hevalên me şehîd bûne û agahiyên nasnameyê yê hevaleka me hê zelal nebûye. Ji ber sedema şertên şer  zelalkirina agahiyên nasnameyê yê hevalên me bi derengî ketiye. Di şerê navborî de hevala me Marya (Sahra Kiliç) heta guleya xwe ya dawî li dijî dijmin şer kiriye û şehîd bûye.

Agahiyên nasnameyê ya hevalan me ya şehîd wiha ye:

Nasnav:  Marya Reşît

Nav û paşnav: Sahra Kiliç

Cihê jidayikbûnê: Erzirûm

Navê dayikê: Rahîme

Navê bav: Servet

Cih û dîroka şehadetê: Dersim / 1’ê Mijdara 2017’an

******

Nasnav: Dîlpak Evîndar Faraşîn

Nav û paşnav: Dîlan Aslan

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayikê: Gulîzar

Navê bav: Hamît

Cih û dîroka  şehadetê: Zagros / 14’ê Hezîrana 2