Kanala El-Mesîra ya Hûsiyan diyar kir ku berdevkê hêzên Hûsî got: "Hedefgirtin, pêkanîna soza fermandarê şoreşê ya pêkanîna derbeyên dijwar û berfirehikirina hedefgirtinan e, her wiha bersiva sûcdariyên dijmin, dorpêçkirina wan û êrîşên berdewam e."
Berdevkê Hûsiyan wiha li axaftina xwe zêde kir: "Firokeyên bêpîlot li ser balafirgehên Ebha û Nicranê, her wiha baregeha qral Xalid a asmanî operasyonên berfireh pêk anîn."
Berdevk destnîşan kir ku di operasyona yekemîn de firokeyên bêpîlot balafirgeha Nicran kir armanc, di encamê de liv û tevgera li balafirgehê rawestand, her wiha operasyona duyemîn jî baregehên leşkerî yên Qral Xalid ên asmanî yên li Xemîs Meşîd ê li Asîr û girîng kirin armanc.
Berdevkê Hûsiyan wiha lê zêde kir: "Operasyona sêyemîn cihê balafiran kirin armanc, her wiha balafirgeha Ebha ya navdewletî kir armanc, di encamê de liv û tevgera li balafirgehê hate rawestandin."
Erebistana Siûdî tu agahiyên têkildarî ragihandina Hûsiyan ji van êrîşan re nedane.
(eh)