QAMIŞLO

Bi diruşmeya ‘Huner lêgerîna heqîqetê ye‘ ku gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Çilaxa ya herêma Cizîrê di çarçoveya rêzeçalakiyên şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya wî bi dçalakiyeke çandî û hunerî li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa beşdarî çalakiya çandî û hunerî bûn.

Çalakî li Navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxa Rojîn Îsmaîl axivî û bal kişand rola çand û hunerê di runêsansa gelan.

Hevserokê Meclisa herêma Dêrikê Mihemed Abdulrehman jî axivî û ev tişt anî ziman: "Asta pêketina çanda her civakekê bi qebûlkirina çandên gelên dîtir tê pîvandin, lewra siyaseta me banga hevgirtina hemû gelên li ser xaka Rojava Kurd, Ereb û Suryan dike. Hezkirina me ji çandê re tê wateya girêdana me bi axa xwe ve, di heman demê de dûrtina me jî çandê tê wateya dûrketina me ji ax û azadiya xwe."

Rêveberê Buroya Desteya Çand û Huner ya Girkê Legê Xelîl Tehlo jî axivî û girîngiya pêşxistina çandê destnîşan kir û wiha anî ziman: "Bi bi salan me têkoşîna parastina çandê kir. Tinekirina çanda gelekî tê wateya tinekirina wî gelî ye. Bi saya xwîna gelan em gihiştinê vê astê û şoreşa me şoreşa fikrî, çandî û exlaqî ye."

Piştî axaftinan, Koma Serihldan a girêdayî navneda Aram Tîgran hinek stranên filklorî gotin, her wiha Koma Çarçêla şanoyek bi navê "Efrîn kelha berxwedanê ye" pêşkêş kir."

Koma Emel ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Çilaxa stranên filklorî yên Erebî gotin. Koma Buhar Çiya stran gotin û diyarî berxwdana Efrînê kirin.

Di çalakiyê de helbest hatin xwendin.

Çalakiyê bi dirûşmeyên ji Ocalan re azadî bi dawî bû.

ANHA