QAMIŞLO

Leşkerên artêşa tirk a dagirker vê êvarê gule avêtin malên gundê Til Xatûn ê 15 km dikeve bakurê navçeya Tirbespiyê.

Ji ber gulebaranê tenê ziyanên madî çêbûn.

Hêjaya bi bîrxistin, artêşa tirk a dagirker 12‘ê Adarê gundên Hesnak, Mele Ebas û Kerdîm ên Tirbespiyê tobaran kirin û ziyan gihan xetên petrolê.

ANHA