CUMA MIHEMED

Pirsa balkêş ew ku gelo çarenûsa herêma Idlibê ya di bin serweriya komên çete yên cuda de çi ye? Li vê herêmê komên cuda ku di encama berjewendî û girêdestan de li vir ji seranserî herêmên Sûriyeyê kom bûne serwer in.

Bêguman dibe ku hevpeymanek li benda vê herêmê be da ku diyardeyên paşeroja wê diyar bibe. Tişta ku beriya du salan li Helebê pêk hatiye vê yekê piştrast dike. Di wê demê de rêjîma Sûriyeyê taxên Helebê yên di bin serweriya komên çekdar de wergirtin û li hemberî wê rê ji Tirkiyeyê re vekir da ku Cerablûs, Ezaz û Babê dagir bike.

Piştre li gelek herêmên din ên Sûriyeyê heman hevpeyman û girêdest pêk hatin û li hemberî wê, rê ji Tirkiyeyê re hate vekirin ku herêma Efrînê dagir bike. Ev hevpeyman û girêdest di çarçoveya Astana de û bi sponseriya Rûsya, Tirkiye û Îranê pêk hatin. Di destpêkê de gelek herêmên Sûriyeyê wekî herêmên kêm şer hatin binavkirin û rêjîmê ji vê yekê sûd wergirt û xwe ji şerê li dijî DAIŞ'ê re vala kir û piştre li van herêman zîvirî û yek bi yek ji destên komên çekdar derxistin.

Bêguman bi van girêdestan mijar gihaşt Idlibê, nemaze ji ber ku hemû komên çete li Idlibê hatin komkirin û êdî hemû çav li ser Idlibê ne. Ji ber diyardeyên van demên dawîn aşkera dibe ku girêdesteke nû dê pêk were û çarenûsa vê herêmê jî diyar bike. Ev girêdest dê bi sponseriya Tirkiye û Rûsyayê pêk were.

Gelo girêdest çawa ye?

Rêjîm dixwaze serweriya xwe li Idlibê vegerîne. Serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed beriya çend rojan aşkera diyar kir ku Idlib dê vegere hembêza dewletê û piştrast kir ku hevpeymana devera bêçek tedbîreke demkî ye.

Rûsya gelek caran ragihand ku ew dixwaze terorîstan ji Idlibê derxe. Tirkiye hewl dide hêzên rêjîmê û komên çekdar ku wek opozîsyona nerm bi nav dike, ji hev cuda bike. Gelo der barê çarenûsa terorîstan de çi heye û hê jî tu alî behsa vê yekê nakin.

Tirkiye bêyî ku tiştekî bi dest xwe ve bîne, ji rêjîmê û Rûsyayê re serê xwe natewîne. Tişta ku tê gumankirin girêdayî paşeroja rêjîmê û Hêzên Sûriya Demokratîk e. Balkêş e piştî danûstandinên di navbera rêjîmê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de mijara Idlibê ket rojevê.

Hemû tevgerên Tirkiyeyê di çarçoveya dijberiya Kurdan de pêk tên. Di girêdesta Helebê de Tirkiyeyê xwest kantona Kobanê û kantona Efrînê bi hev û du ve neyên girêdan û di girêdesta Xota û gundewarên Şamê de jî rêya dagirkeriya Efrînê ji Tirkiyeyê re hate vekirin. Bêguman daxwaz û merca Tirkiyeyê di girêdesta Idlibê de jî dê li dijî Kurdan be.

Diyar dibe ku Tirkiye li Idlibê jî serê xwe ji rêjîmê re datîne da ku rêjîm danûstandinên xwe bi MSD’ê re rawestîne. Rêjîm dixwaze serweriya xwe li herêmên di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk de zêde bike. Bûyerên li bajarê Qamişlo ku hin aliyan xwest tevliheviyekê derxin, di vê çarçoveyê de bûn.

Erdogan beriya demekê îdia kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji herêma Reqa ber bi herêma Sîna ya Misrê ve hatine şandin, lêkolîneran diyar kir ku ev îdiaya Erdogan hewldaneke veşartina alîkariya wî bi terorîstan re li Misr û Lîbyayê ye.

Rûsyayê hişyarî da Iraqê ku hin hewldan hene ku terorîstan ber bi wê ve bêne şandin. Her wiha gelek nîşan derdikevin ku hewldan hene ku terorîst ji herêma Idlbê ber bi herêmên Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablûsê ve bêne şandin da ku li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk bidin şerkirin.

Tirkiye dê li gorî daxwaza Rûsya û rêjîmê tev bigere da ku rê li pêşiya berfirehbûna serweriya Kurdan bigire. Tirkiye hewl dide têkiliyên xwe bi rêjîma Sûriyeyê re vegerîne ji ber ku dibîne ku paşeroja Sûriyeyê girêdayî rêjîmê û hevkarên wê ye. Ji ber vê yekê Tirkiye bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide komên çekdar bi razîkirin bide û aliyên razî nabin jî tên tunekirin. Di vê çarçoveyê de Tirkiye amade ye her tiştî bike da ku şerê rêveberiya xweser a Bakurê Sûriyeyê bike.

Êdî aşkera ye ku rêjîma Recep Tayyîp Erdogan danûstandinê bi terorîstên El-Nusra û El-Qaîdeyê re dike û êdî çarenûsa van terorîstan girêdayî biryara Tirkiyeyê ye.

Ev bûyer bandora xwe li têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê dike, nemaze siyasetên Tirkiyeyê di Sûriyeyê de dijberiya xebatên Amerîkayê dikin û di encamê de têkiliyên di navbera her du aliyan de gelekî aloz bûne. Ji ber van bûyeran guman e ev têkiliyên wan aloztir bibin.

ANHA