NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdeyî 40 parêzer, parlementerên berê yên Îranê û rojnamegeran bi boneya cejna Remezanê ji bo cezayê darvekirinê yê li Ramîn Hisên Penahî hatiye birrîn were betalkirin daxwaznameyek hevbeş pêşkê Rêberê rejîma Îranê Elî Xameneyî.

Ev daxwaznameya ku di çapemeniya Îranê de jî cih girt, bi boneya Remezanê daxwaza rawestandina cezayê Penahî dike. Di daxwaznameya  hevbeş de wiha têgotin, “Demek pir kêm maye ji Cejna Remezanê re. Cejn tê wateya xweşî û bihevre bûnê. Bi vê boneyê em daxwaz dikin ku cezayê darvekirinê yê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên  Penahî were betalkirin.

Di heman daxwaznameyê de têgotin ku welatiyên Kurd yên li van herêman bi çand û baweriya xwe dijîn, di vê cejnê de daxwaza betalkirina cezayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn dikin.

Her wiha hate gotin ku wê biryara Elî Xameneyî ya bi boneya vê cejnê ku jib o Ramîn bide bibe şahiya dê û bavan.