QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Cîhad Ibêd El-Telal (Aram Sîhê) ku dema li bajarê Qamişlo bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê meclisa navçeya Tirbespiyê hevserokê meclisê Ebdilrehman Hiso axivî û wiha got: "Em wek gel herî zêde ji aştî û azadiyê hez dikin, ji bo wê me bi hezaran şehîd di rêya wê de dan û heta dawiyê em ê parastina axa xwe bikin."

Li ser navê PYD`ê Dîrok Mele Beşîr axivî û da zanîn ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi derfetên kêm dest pê kir, dikaribû bi saya hevgirtina gelan û lehengiyên zarokên pêkhateyên herêmê, çeteyên DAIŞ`ê bi bin bixin û wiha got: "Me karî terorê tune bikin, lê divê gel nebêje teror qediya, ji ber ku hîna Tirkiye êrîşî me dike, Tirk û DAIŞ yek in, divê em xwe bi rêxistin bikin û bibin yek."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şêniyên navçeya Tirbespiyê berê xwe didin konê sersaxiyê ku li gundê Sîhêya Mezin, hatiye vedan.

ANHA