KOBANÊ

Duh li kantona Kobanê baranek dijwar bariya. Di dema barîna baranê de peyek xurt hebû. Di encamê de lehî pêk hat. Li gundên rojavayê bajarê Kobanê bi dehan mal li ber lehiyê çûn. Lehiyê tirimpêl û alavên welatiyan jî li ber xwe birin.

Di encama lehiyê de li gundê Çeqel Wêran ê Kobanê 2 birayên bi navên Hisên Emîn El-Hisêno (35) û Hela Emîn El-Hisêno (18) xeniqîn. Welatiyên herêmê destnîşan kir ku cenazeyên wan hîn nehatine dîtin.

Di heman demê de ji ber lehiyê riya têketina bajarokê El-Qenaya ya başûr rûxiya. Lehiyê bi dehan darên zeytûnan û cureyên din ên daran rakirin. Bi dehan malên bajarokê El-Qenaya hilweşiyan. Di gundê behsa mijarê û gundên derdorê de asta avê zêdetirî metreyekê rabû.

Li aliyê din jî hin mal li gundê Boxaz ê li başûrê Kobanê jî hilweşiya .Yekîneyên Heyva Sor a Kurd xebatên xwe yên pêşkêşkirina alîkariyan didomîne.

Di 12'ê gulanê de li navenda bajarê Kobanê û hejmarek gundên derdorê lehî pêk hat. Lehiyê herî zêde bandor li taxa Botan a Rojava kir. Di encamê de zêdetirî 30 mal hilweşiyan.

(dc/ew)

ANHA