GIRÊ SPÎ

Di çarçoveya kar û xebatên Komîteya Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsa ji bo parastina mewsimê çandinyê yê demsala havînê, komîteyê dest bi belavkirina madeya mazotê li cotkaran kir û bi taybet cotkarên ku zeviyên xwe ji ava çemê El-Celab av didin.

Miqdarê sotemeniya ku komîteya çandiniyê li cotkaran belav dike, derdora 50 – 300 letrî mazot  ji her 20 doniman re, ew jî li gorî motorê ku erdê av dide.   

Di vê derbarê de, Endamê Komîteya Aborî ya navçeya Eyn Îsa Mihemed Ednan da zanîn ku berhemên havînê gelek avê dixwazin ne weke yên zivistanê ne ji ber vê jî wan mazot li cotkaran belav kir û bi temenekî erzan da ku çandiniyan xwe avdin.

Komîte her litrek mazot bi 55 L.S dide cotkaran.

(ekib)

ANHA