FIDA ELÎ / REQA

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk ji çeteyên DAIŞ'ê , Meclîsa Sivîl a Reqayê hate avakirin. Meclîsê tavilî dest bi xebatên xwe yên xizmetguzariyê kir.

Komîteya Avê ya Şaredariya Gel a Reqayê stasyon û xetên avê yên ji ber şer zerar dîtibûn tamîr kir û bi hemû derferên xwe av ji bo welatiyan peyda kir. Komîteyê ku av gihandibû ji 75% bajêr, bi hatina meha Remezanê şaredarî xebatên xwe berfirehtir kir û bê navber dixebite da ku avahî bighîne taxên bê av.

Serokê Komîteya Avê Casim Xelef diyar kir ku di nava hefteyê de dê xetên avê yên sereke yên taxên mayî ji Meşleb ji nû ve sererast bikin da ku avê bighêje tevahî bajrê.

(bb)

ANHA