COMERD ŞÊXO-XANDÎ ELO/QAMIŞLO

Bi boneya hatine meha Remezanê Serokê Yekîtiya Olan a Herêma Cizîrê Mele Xerzanî ji ajansa me re axivî. DI dstpêka axaftina xwe de meha Remezanê li hemû gelê Bakuêr Sûriyê pîroz kir û wiha got: "Divê hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê parastina pirojeya xwe ya demokratîk bikin. Li dijî dijmin û dagirkerên ku pirojeya me dikin armanca xwe biparêz in."

Xerzanî her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bike herêmên Tirkî û wê bike wîlayetek girêdayî dewleta Tirk  û wiha dom kir: "Dema Tirkiyê êrîşî Katnona Efrînê kirin, îda kirin ku ew êrîşî terorê dike. Lê rastiya wan paşê diyar bû ku ew naxwaze gel Bakuêr Sûriyê mafê xwe bi dest bixe û pirojeya xwe ya demokratîk serbixîne."

Serokê Yekîtiya Olan a Herêma Cizîrê Mele Xerzanî di dawiya axaftina xwe de jî got ku tevlî dewleta Tirk a dagirker îdaya dike ku ew dewletek islamî ye, lê tiştê pêk tîne van îdayên wan eşkere dike û wiha dom kir: "Tirkiyê îda dike ku ew dewletek islamî ye. Di heman demê de komkujiyan li dijî gelê herêmê  li Efrînê pêk tîne. Malên welatiyan didizin, talan dikin, welatiyan direvîn in û destdirêjiyê dikin. Ev hemû kiryarên wan nûnertiya islamê nakin. Ew behsa çi islamê dikin gelo."

(dc)

ANHA