DÊRAZOR

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 13'ê Kanûna 2018'an ve têne orgenîzekirin.

Bi vê mebestê îro li bajarokê El-Cizirat li gundewarê Dêrazorê çalakiyek hate orgenîzekirin. Bi dehan jin, endamên meclis û saziyên herêmê di çalakiyê de amade bûn.

Di çalakiyê de gelek axaftin bi navên Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Betûl El-Yûsif, Komîteya Jin a Meclisa Zagonsaz Melak Îsa, Meclisa Malbatên Şehîdan Meryem El-Abdullah, Yekîtiya Jin a Dêrazorê Îlaf El-Hesen, Meclisa xeta bajarokê Ebû Xeşeb Semah El-Ûran û Koordînasyona Jin a Dêrazor hatin kirin.

Axaftvanan gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û ew wek komployekê li dijî herêmê bi nav kirin.

Her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi gefên xwe têkbirina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin armanc dike û teqez kirin ku ew ê li hember van gefan bêdeng nemînin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina dagfên dagirkieriyê û silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Etaa Mehmûd ji ajansa me re axivî û tekez kir ku wek hevjînên şehîdan dê xaka xwe û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

(şx)

ANHA