QAMIŞLO

Endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan Jînda Munzur di Kongreya Duyemîn a Ciwanên Rojava de axivî. Jînda lidarketina kongreyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Em kongreyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li girtîgeha Imraliyê heta niha li ber xwe dide pîroz dikin. Her wiha hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em di berxwedanê de berdewam in û carek din em tekez dikin ku serkeftin dê para me be."

Jînda diyar kir ku herêm di pêngavek hesas re derbas dibe. Hemû dewletên cîhanê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ne tenê Kurd lê belê hemû gelên herêmê dikin hedef. Ji lewra dê kongre bibe derbeyek bi hêz ji bo şikandina hemû destdirêjiyan."

Di berdewama gotinên xwe de Jînda tekez kir ku jinên Rojhilata Navîn ku mafên wê hatiye çawisandin, niha bûye sembola berxwedanê. Jinên ciwan girîngtirîn destanên lehengiyê xêz kir. Mînaka vê yekê çalakiyên fedayî yên şehîd Avesta li dijî dagirkeriya Tirk û şehîd Arîn Mîrkan li dijî terorê ye.

Her wiha Jînda desnîşan kir ku ew ê bi milên jina azad li ber xwe bidin û ji bo azadiya hemû jinan xebatên wan berdewam in.

Di dawiyê de Jînda wiha got: "Em soz didin gelê xwe ku em ê bibin ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bibin pêşeng û dê serkeftin para gelê me ya hêja be."

(şx)

ANHA