EFRÎN

Çeteyên bi navê Ketîbet El-Hemzat a girêdayî Istxbaratên Tirkiyê di roja 7'ê tîrmehê de girtin ser mala kalpîrê 70 salî yê bi navê Hemd Ebdo ya li gundê Beradê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê. Hevjîna wî Sultana Xelîl Nasiro ya 70 salî qetil kirin. Hate gotin ku serçeteyê bi navê Ebû Elî Heyanî bi lêdana serî Sultana qetil kir. paşê jî Hemdî revandin û birin cihekî ne diyar. Ji wê rojê ve Hemdî tu agahî ji Hemdiyê 70 salî ne hat girtin. Îro gundiyan cenazeyê Hemdî Ebdo di nava zeviyên başûrê gundê Beradê de dîtin.

Çavkaniyan ji gundê Beradê ji ajansa me (ANHA) re diyar kirin ku piştî cenazeyê Hemdî Ebdo hate dîtin, diyar bû ku destê wî û lingekî wî hatiye jêkirin, her wiha bi awayekî hovane hatiye êşkencekirin, herî dawî jî bi recmê hatiye kuştin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku çeteyan dema Hemdî Revandin 7 milyon lîreyên Sûriyê û 1 kîlo giran zêr, her wiha 10 çêlekên wan dizîn.

Çavkanî da zanîn ku cenazeyê Hemdî Ebû hîn li cihê xwe ye û çeteya rê nadin tu kes cenaze rake û got ku çete îdaya dikin ku wan komîteyek cinayî ji Tirkiyê xwestiye ku cenaze lêkolîn bike.

ANHA