ŞEVÎN HESEN/HESEKÊ

Kampa Holê li başûrê navçeya Holê û rojhilatê bajarê Hesekê yê Herêma Cizîrê ye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 2016`an de piştî destpêkirina pêngava rizgharkirina bajarê Musilê û ji bo pêşwazîkirina penaberên Iraqê ku ji hovîtiya DAIŞ`ê reviyane vekir.

Di sala 2017`an de kampê koçberên Sûrî jî pêşwazî kir bi taybet koçberên ku ji herêmên di bin dagirkiriya DAIŞ`ê de û komên din reviyane.

Piştî rizgarkirina Musilê û herêmên din ên Iraqê hejmarek mezin ji penaberên Iraqî bi koordîneya di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Iraqê de vegeriyan warên xwe.

Bi destpêkirina qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê re û piştî ku QSD`ê korîdorên ewlehiyê ji şêniyan vekirin da ku bighêjin herêmên rizgarkirî, hejmara koçberan zêde bûn. Koçberên gundewarên Dêrazorê ji Kampa Holê re têne veguhestin.

Rayedarên kampê ji ajansa me re diyar kirin ku ew rojane derdora hezar koçberan ji gundewarê Dêrazorê pêşwazî dikin. Her wiha destnîşan kirin ku ew hewl didin pêwîstiyên koçberan ên bingehîn peyda bikin.

Endama Rêveber a Kampa Holê Macîde Emîn destnîşan kir ku hejmara koçberên ku dighêjin kampê rojane zêde dibin û wiha domand: "Di nav kampê de derdora 6 hezar koçberên Sûrî û penaberên Iraqî hebûn. Ji 4`ê Çileya borî ve û heya roja me ya îro hejmara wan gihaşt 27 hezaran. Em texmîn dikin di nav rojên pêşiya me de dê hejmar bighêje zêdetirî 30 hezar kesî."

Macîde Emîn diyar kir ku di peydakirina konan de ji koçberan re zehmetiyên cidî dikşînin û bi derfetên li gel wan nikarin pêwsîtiyên koçberan ên pêwîst peyda bikin.

Macîde got ku Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê alîkariyan pêşkêş dike û axivî: “Heyva Sor a Kurd hewl dide xebatên tenduristiyê pêşkêşî koçberan bike. Lê ji ber paşgukirina rêxistinan, em û Heyva Sor a Kurd di bicihanîna erkên xwe de astengiyan dikşînin.

Têkildarî wefatên li kampê çêdibin wiha got: “Dema koçber ji gundewarên Dêrazorê ber bi cihên rizgarkirî ve direviyan, di rêde serma û birçîbûn hebû, gelek zarok nexweş bibûn. Piştî ku gihan cem me dereng bû, li gel hemû alîkariyan jî jiyana xwe ji dest didin.

Macîde Emîn di dawiya gotinên xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya koçberan bikin bi taybet di warê tenduristiyê de, piştî belavbûna haletên Leşmaniya û nexweşiya Sil.

(şx/bm)

ANHA