AZAD SEFO / HESEKÊ

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên herî ewle li ser erdnîgariya Sûriyê tên hesibandin. Bi hezaran koçberên ku ji ber rêjîmê, hinek ji ber binpêkirinên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hindek din jî piştî ku QSD'ê dest bi pêngavên rizgarkirinê kiriye, ji tirsa çeteyên DAIŞ'ê ku wan wek mertalên zindî bi kar bîne, reviyan û berê xwe daye herêmê.

Bi zêdebûna asta nakokiyan li Sûriyê re rêveberiyên xweser û meclisên herêmî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kamp vekirin. Jê Mebrûka, Minbic, Eyn Îsa, Hol, Şedadê û Dêrazorê. Rêveberiyên kampan pêdiviyên koçberan ên rojane peyda kirin û ewlehiya koçberan bi koordîneya Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastin. Ji ber xebatên rêveberiyên kampan hejmarek mezin ji koçberan berê xwe da herêmê.

Koçberê bi navê Ebdulhemîd Xelûf ji bajarê Dêrazorê ye, lê ji ber şerên di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê de ji bajêr koçber bû û niha li kampê bi cih bûye. Xelûf destnîşan kir ku wan berê xwe da herêmên ku ji hêla QSD'ê ve hatine rizgarkirin, piştî ku nakokî di navbera çeteyan û hêzên rêjîmê de derketine.

Girêdayî sedema ku Xelûf berê xwe daye herêmê, tekez kir ku QSD'ê tekane hêza ku dikare sivîlan ji komên çekdar biparêze. Xelûf destnîşan kir ku ji destpêka bicihbûna wan li kampa Mebrûka ve, tu cudahî nedîtine û rastî tu êşan nehatine.

Kampa Mebrûka

Kampa Mebrûka di sala 2015'an de ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bajarokê Mebrûka yê girêdayî herêma Serêkaniyê ve hate vekirin. Kamp bi armanca pêşwazîkirina koçberên ku ji çeteyên DAIŞ'ê û ji herêmên Sûriyê yên ku şer lê heyî reviyane, hate vekirin. Piştî destpêkirina pêngava QSD'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Minbic, Tebqa, û Reqayê hejmara koçberên kampa Mebrûka gihaşt 26 hezaran. Piraniya wan ji hêla QSD'ê ve hatin rizgarkirin û hejmarek din jî beriya destpêkirina pêngavê û bi destpêkirina wê re koçber bûne. Di dema niha de 2 hezar û 500 koçber hindek ji herêmên Dêrazorê ne û li benda rizgarkirina herêmên xwe ne da ku vegerin û hindek din jî ji herêmên wêrankirî ne û li benda çareseriyekê ne da ku vegerin.

Kampa Mebrûka ya ku hejmara koçberên wê gihaşt 26 hezaran, rêveberiya wê di vê çarçoveyê de dest bi pêşkêşkirina parastina pêwîst û peydakirina pêdviyên koçberan ên rojane bi taybet şîrê zarokan kir. Rêveberiya bi koordîneya hindek rêxistinên navdewletî hemû pêdiviyên koçberan ên rojane ji xwarin, cil, sobe û cih peyad kirin heta ku hindek kon ronî kirin. Tevî xebatên rêveberiyê lê di derengmayîna rêxistinan de di pêşkêşkirina alîkariyan de zehmetê dikişîne. 

Her wiha rêveberiya kampê ji bo peyadkirina derfetên kar ji koçberan re da ku rê li ber bêkariyê bigirin û koçber pêdiviyên xwe bikirin gelek xebat dimeşîne. Rêveberiyê derfetên kar ji dehan ciwanan re di nav rêxistinên navdewletî de li kampê peyda kiriye.

Ji ber barîna baranê ya zêde û hawîrdora herêmê ya dijwar zirarên mezin bi kampê hatine. Di van demên dawîn de lehî rabûn, ji ber wê rêveberiyê piraniya konên kevn bi yên nû guhert, li dora kampê xendekên dirêj koland da ku av derbasî kampê nebe û zirar negihîne koçberan.

Rêxistinkirina di nav kampê de û mekanîzmaya vegerê

Di dema niha de 2 hezar û 500 koçber li ser 8 beşan hatine dabeşkirin. Malbat di mayina di nav kampê de û derketina jê, azad in. Malbatên ku bixwazin vegerin herêmên xwe, erebeyên kampê yên taybet wan digihînin herêmên wan. Girêdayî birêxistinkirina di nav kampê de, rêveberiya kampê destûr dide xwendekarên zanîngehê yan jî yên ku dixwazin xwendina xwe temam bikin da ku ji kampê derkevin. Ji bo haletên tenduristiyê yên taybet koçber dikarin biçin nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

3 dibistan û 3 noqteyên tenduristiyê di nav kampê de

Xebatên rêveberiya kampê di peydakirina pêdviyên rojane de nemane, rêveberiyê 3 dibistan ji zarokan re vekirin da ku waneyên xwe rojane bibin.

Di warê tenduristiyê de rêveberiyê xwe paşde nevekişand, rêveberiyê 3 noqteyên tenduristiyê vekirin. Her sê noqte li gorî derfetên heyî haletên lezgîn pêşwazî dike. Her wiha derman bê pere ji koçberan re têne belavkirin. Di rewşên awarte de eger noqteyê nikarî alîkariya pêwîst pêşkêş bike, bi rêya ambulansên girêdayî Heyva Sor a Kurd nexweş ji nexweşxaneyên Serêkaniyê, Hesekê û Qamişlo re tên veguhestin.

Girêdayî mijarê hevserokê rêveberiya kampa Mebrûka Feyêz Ibrahîm wiha got: "Armanca tekane ya kampê alîkariya koçberan e û pêşkêşkirina alîkariya pêwîst e. Bi rastî heta niha me bi hezaran koçber ji herêmên Sûriyê yên cuda pêşwazî kirin. Her wiha alîkariya koçberan berdewam e."

Îbrahîm destnîşan kir ku ji ber ku hejmara koçberan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn, rêxistinên navdewletî hemû pêdiviyên koçberan ji şîrê zarokan heta cil û xwarin pêşkêş kirin. Lê ji ber ku rêxistin bi awayekî rast xebatên xwe pêşkêş nekir, rêveberiyê ji ber hejmara zêde nikarî alîkariya pêwîst pêşkêşî koçberan bike.

Di dawiya gotinên xwe de Îbrahîm destnîşan kir ku di dema niha de hejmara koçberan kêm bûye û ew dikarin hejmarên mezin pêşwazî bikin.

Ji bo birêxistinkirina koçberan komîn û meclis hatin avakirin

Di nav kampa Mebrûka de komîn û meclis bi hemû komîteyên xwe ve hatin avakirin. Ji destpêka avakirina kampê de hilbijartinên meclisan bi tevlêbûna hemû niştecihên kampê hatin lidarxistin. Di encamê de 8 komîn bi navên Komîna Şehîd Dilgeş, Şehîd Meysro, Şehîd Heqî, Şehîd Ehmed, Şehîd Musa, Şehîd Barîn, Şehîd Zagros û Komîna Şehîd Goran tevî meclisa giştî hatin avakirin.

Komîn di birêxistinkirina koçberan de gelek girîng e û rolek pêşeng dilîze. Ji bo nirxandina rewşa kampê, pêşxistina makenîzmeya kar di hemû waran de civîn ji koçberan re li dar dixe. Komîteyên xizmetguzariyê yên girêdayî komînan pêdiviyên koçberan di nav kampê de peyda dike û bi rêveberiya kampê û rêxistinên navdewletî re dicive rewş û daxwazên koçberan nîqaş dike.

Ji aliyekî din ve komîteyên lihevanînê roleke pêşeng dilîzin. Arşîva Ewlekariya Hundirîn tu pirsgirêkên cidî di navbera koçberênê kampê de tomar nekiriye. Komîteyan li ser razîbûna her du aliyên nakok pirsgirêkên koçberan çareser dike.

Girêdayî vê mijarê koçberê bi navê Xesan El-Had ji herêmên Dêrzorê wiha got: "Komîn û meclis di hemû astan de roleke pêşeng lîstine heta bû bingehek. Bi hemû niştecihên kampê re tê nîqaşkirin û hemû pêwîstiyê wan bi rêya komîteyên xizmetguzariyê têne pêşkêşkirin."

Xesan diyar kir ku komîn gelek pirsgirêk li ser tevahiya astan çi di navbera şêniyan de dibe yan jî rêxistinan an jî rêveberiya kampê, çareser kirine.

(şx)

ANHA