NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de xuya kir ku çalakiya wan a li ber CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Konseya Ewropayê tê lidarxistin, hatiye qedexekirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 6’ê Mijdarê de li Strasbourgê li ber CPT, DMME û Konseya Ewropayê bi awayekî destûrî çalakiya me dest pê kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin ku 20 sal e di şert û mercên tecrîdê de tê girtin, 7 meh e nahêlin bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike û demeke dirêj e bi tu awayî agahî jê nayên wergirtin. Çalakiya me duh saet di 17:00’an de bi biryara di hikmê qanûnan de ya Fransayê ya keyfî û siyasî hatiye qedexekirin.”

KCDK-E’yê destnîşan kir ku ev biryar bi tenê ya Fransayê nîn e û wiha lê zede kir: “Lûtkeya çaralî ya li Stenbolê di navbera Macron, Merkel, Pûtîn û Erdogan de pêk hat û biryara Amerîkayê ya der heqê pêşengên tevgera azadiyê ya gele Kurd Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan de, berdewama komploya beriya 20 salan e û halê wê yê rojanekirî ye. Ev polîtîka erêkirina polîtîkayên dewleta Tirk ên li Kurdistanê yên dagirkerî û komkujiyê ne û her wiha hevkariya wan polîtîkayan e. Ev polîtîka dihêlin ku çeteyên wekî DAIŞ’ê xurttir bibin.

Bangewaziya ji bo çalakiyan

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku ev siyaseta qirêjî dê bi berxwedana gelê Kurd û hemû hêzên paşverû were pûçkirin û wiha hate gotin: “Ji bo ev biryara qedexekirinê û biryara Amerîkayê ya li dijî 3 siyasetmedarên Kurd protesto bikin û ji bo azadiya Rêber Apo, li welat û bajarên ku navendên me lê hene, li ber balyozxaneyên Amerîkayê em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

KCDK-E’yê bang li gele Kurd û hemû dostên wan kir ku tev li çalakiyan bibin. Çalakî hefteyê 3 rojan li hemû welatan li ber balyozxaneyên Amerîkayê û 10’ê Mijdarê roja Şemiyê jî li hemû eyaletan dê pêk werin.