QAMIŞLO

Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM'ê civîna çapemeniyê ya heftane li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo bi beşdarbûn a nûnerên saziyên çapemeniyê lidar xist.

Piştî daxuyaniya ku derbarê rewşa Sûriyê de hatibû amadekirin ji aliyê Berdevkê Fermî yê navendê Kemal Akif ve hate xwenidn, rê ji rojnamavan re hate vekirin ku pirsên xwe bikin.

Pirsên hatin kirin, li ser îdayîn têne kirin ku yek ji taxên bajarê Hesekê radestî rêjîma Sûriyê hatine kirin û derbarê Bendava Firatê jî bi rêjîm ê re itîfaq hatiye kirin. Kemal Akif bersiva pirsan da.

Akif, red kir ku tu taxên bajarê Hesekê radestî rêjîma Sûriyê hatibe kirin û ev tişt anî zimaan: "Ev îdayên ji rastiyê dûr in, ev lawaziya helwesta rêjîma Sûriyê nîşan didie. Rêjîm bi vê yekê dixwaze bêje ku di navbera nûnerên Bakurê Sûriyê û rêjîma Sûriyê de, tu nakokî derbarê aloziya li welat de nîne. Rêjîma Sûriyê bi vê yekê dixwaze nûnerên Bakuêr Sûriyê dûrî amadekirina destûra nû ya Sûriyê bixîn e."

Akif derbarê îdayêndernarî Bendavê Firatê ku li ser malperên civakî hatin belavkirin û derbarê avakirina çarkoşeya ewlekariyê li bajarê Teqbayê jî wiha axivî: "Piştî bajarê Tebqayê bi destê şervanên QSD'ê ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin, çete beriya derkevin zirarek mezin di bendavê de çêkirin. Pêwîstiya Bendavê bi temîrkirinê û alavên nû heye. Tiştê heyî, ew ku memûrên berê yên Bendavê vegeriyane karê xwe, ew jî niha li kêleka karmendên nû dixebitin."

Berdevkê Navenda Têkiliyê Giştî Kemal Akif di dawiya axaftrina xwe de jî got ku Bendav yek ji berhemên niştimanî ya hemû gelê Sûriyê ye û wiha got: "Ew ne tenê ya pêkhateyên Bakurê Sûriyê ye. Vegera memûrên berê a li ser kar, nayê wateya ku itîfaq bi rêjîmê re pêk hatiye û dê bendav radestî wan were kirin."

ANHA