ÎBRAHÎM EL-EHMED – EHMED EL-KEMIYAN / GIRÊ SPÎ

Kewser Doko got, wan komîte avakirine da ku şaştiyên di meteryalên perwerdeyê de sererast bikin û destnîşan kir ku hin dezgehên çapemiyê van ji van keysbaziyê dikin da ku wan meteryalan reş bikin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko, tekez kir ku şaştiyên di meteryalên nû de derketine ne li gorî xeta sîstema perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Kewser Doko diyar kir ku di meteryalên nû de navên hindek bajar şaş hatine nivîsandin û ev yek ji aliyê hindek çalakvanan li ser toreyên tevna civakî û dezgehên çapemeniyê hate keysbazîkirin û mînaka vê yekê ku navê "Eyn El-Ereb" di meteryal de derbas dibe ji ber ku dema rêjîma Sûriyê dixwest navê erebî li bajarê bikin navê Konbanê jî ew bû.

Kewser Doko got, komîteyên taybet ên ku meteryalên perwerdeyê amade kirin dê hemû şaştiyan sererast bikin û diyar kir ku bajarê Kobanê dê bimîne Kobanê her wiha Serêkaniyê jî û navên bajarên ku di meteryalan de şaş hatin nivîsandin dê werin sererastkirin.

Kewser Doko sedema van şaştiyan spart nûjenbûna meteryal û tekez kir ku, her meteryaleke nû ne dûr e ku kêmasî tê de hebin.

Her wiha Kewser Doko got, dibe ku ew şaştî di meteryal de derketibin da ku xwendekar navên ku berê di nava dîrokê de li bajaran hatin kirin nas bikin û ji bo tu sedemên siyasî ne.

Her wiha tekez kir ku wan komteyên taybet ava kirine da ku wan şaştiyan sererast bikin.

Kewser Doko destnîşan kir ku aliyên ku dijberî serkeftinên wan disekinin ev yek di aliyê çapemenî û siyasî de zêde mezin kirin da ku meteryalên ku li Bakur û Rojhilat Sûriyê hatine amadekirin, reş bikin.

Kewser Doko diyar kir ku pêwîste hemû xelkên herêmê li bermberî gotegotên ku dixwazin li herêmê tevlîhevian çêbikin bi hişyarî tev bigerin ji ber ku armanca dijminê projeya netewa demokrtîk ku tevlîheviyê li herêmê derxînin.

Di dawiyê de Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko hemû xwendekar ji bo sala xwendinê ya nû pîroz kir.

(bx)

ANHA