Kiral Selam di xîtaba xwe de di roja yekemîn de ya dewreya heftan a meclisa el-şûra behsa kar û barên Sûriyê kir û got: "Em careke din helwesta Siûdî Arabistan teqez dikin ku çareseriya siyasî ji bo parastina serdestiya Sûriyê û ewlehiya wê çareseriya tekane ye."
Kiralê siûdî destnîşan kir ku ew tişt piştî derxistina hêzên îranî û milîsên wê ji axa Sûriyê pêkan e.
Her wiha got: "Em careke din teqez dikin ku em mudexeleya Tirkiyê ya leşkerî di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de red dikin. Em wê wek zêdegaviyek hovane li dijî serdestî û serxwebûna axa Sûriyê dihesbînin."
Kiralê siûdî xîtaba xwe wiha bi dawî kir: "Em ê alîkariya xwe bi gelê Sûriyê re bi rêya navenda kiral Selman a xêrxwaziyê berdewam bikin."
(şx)