NAVENDA NÛÇEYAN

Îro balefirên şer yê rejîma Îranê êrîşê baregeha  Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê (HDKA) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ên li navçeya Koyê ya Hewlêr kir. Li ser vê êrîşê Kongreya  Neteweya  Kurdistanê (KNK) û Hikûmeta Herêma Kurdistanê du daxuyaniyên ji hev cûda dan.

KNK’ê êrîşa dijî baregeha HDK û HDKA şermezar kir

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser  pirsgirêk û qeyrana li Îranê heyî û got: “Hikûmeta Îranê bi van êrîşên xwe dixwaze hêza xwe nişan hizib û gelê Kurd bike. Her wiha di her rewş û qeyranekê de, Îran êrîş dike li ser Kurdan û vê yekê weke erkekê ji bo xwe  dibîne.

Li aliyekê dewleta Tirk ku niha di krîza aborî û siyasîre derbaz dibe beşek mezin ê xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye û êrîşî deskeftiyê gelê kurd dike. Li aliyê din rejîma Îranê li gel hemû qeyranên hundir, herêmî û navnetewî çalakvanên Kurd darve dike. Êrîşê ser xelkê Kurdistanê dike. Baregehên partiyên Rojhilat bombebaran dike. Serweriya Başûrê Kurdistanê binpê dike.”

KNK’ê bal kişande ser yekîtiya netewî û wiha dewam kir; “Ev hemû rastî û pêwîstiya dîrokî û strateji îspat dikin divê êdî partî û hêzên Kurdistanî ji bo hatina gel hev gavên zêdetir bavêjin. Hewldana yekîtiya netewî bidin.”

Di dawiyê de KNK’ê ji bo malbatên kesên şehîd bûne sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî hêviya selametiyê xwest. KNK’ê got; “Carek din em dubare dikin, emê kar û xebatên xwe yên bi daxwaziya yekîtî û wekheviya netewî dewam bikin. Kiryarê dagirkerên Kurdistanê şermezar dikin û emê li hember bêdeng nebin.”

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wiha ye:

 “Li gel şermezarkirina topbaranê, em bi tu awayî qebûl nakin ku xaka Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina li ser welatekî cîran bê bikaranîn. Ev dibe sedema têkbirina aramiya Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku dubare nebe û rêz li yasayên Herêma Kurdistanê were girtin, her wiha herêmê veneguherînin qadeke pevçûnê.

Em sersaxiyê ji kesukarên qurbaniyan û ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin. Em diyar dikin ku em ê alîkariyê bidin kesên ziyan dîtiye.”

(kc)