DICLE EHMED-ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Beriya 4 salan xuyanga bajarê Kobanê cuda bû. Şer û pevçûn li her kolanekî rû didan.

Xwestin Kobanê bikin qurbana siyaseta di navbera Tirkiyê, Sûriyê û DAIŞ'ê de. Piştî lihevkirina wan aliyan, şênî neçar man ji malên xwe derkevin û tenê kesên dikarin şer bikin li bajêr man.

Di dawiya sala 2014'an de DAIŞ'ê bi hêzeke mezin êrîşî Kobanê kir. Zêdetirî 300 gund di nav çend rojan de kir bin serweriya xwe. Lê tû rê di destê şervanên ku xwe li bajêr asêkirine ji bilî parastinê nebû. Rexmî cebilxane û derfetên kêm şerevanên vî welatî li berxwe dan.

Kobanê wek nîşaneya Keleha Berxwedanê tê pênasekirin. Yekemîn bajarê ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê hemêz kiriye Kobanê ye. Her wiha yekemîn bajarê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dawiya salên 80'ê de serdana wê kiriye ye. Bi sedan kes ji nav şêniyên kantonê tev li tevgera tekoşîna azadiya Kurdistan bûne. Ji ber wê êrîşa DAIŞ'ê ku gelek dewlet û hikumet di bin navê wê de xwe veşartibûn, êrîşek tohildêr bû.

Bi sedan şervan bi çekên sivik ên ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn cih, di taxên Kobanê yên mayî de li berxwe dan.  Heta ku balafirên Koalîsyona Navdewletî bargehên DAIŞ'ê topbaran kirin.

Berxwedana Kobanê cîhan matmayî hişt

Li hember berxwedana şervanan ku nîvê wan jin bûn li dijî DAIŞ'ê ya ku gelek dewletan piştgiriya wê dikirin û metersiyek li ser cîhanê dabûn avakirin cîhan mat mayî ma. Ev berxwedan hişt ku cîhan piştgiriya bajarê Kobanê biçûk bikin.

1'ê Mijdara 2014'an weke Roja Cîhanî ya Kobanê hate ragihandin. Bi dehan bajarên dewletên cîhanê ji bo piştgiriya Kobanê meşiyan. Armanca piştgiriya cîhanê ya sereke ji berxwedana Kobanê re, tunekirina terorê bû. Terora ku wateya mirovahiyê, exlaq û qanûnên navdewletî nas nake.

Navê Kobanê li her derê; li Amerîkaya Latînî, peytexta Japonyayê Tokyo deng veda û li gelek bajarên dewletên Rojavayî û Tirkiye meşên girseyî lidar ketin. Heta li peytexta Afganistanê Kabolê cara yekemîn di dîrokê de ji bo piştgiriya Kobanê jin meşiyan.

Di meşên ku li dijî destekdayîna dewleta Tirk dide çeteyên DAİŞ’ê li bajarên Tirkiyê û bakûrê kurdsitan hatin li darxistin de bi dehan sivîl hatin qetil kirin. Ji bilî ku bi hezaran kurdistanî li nêzî Kobanê li ser sînorên di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya şervanan û ji bo astengkirina desteka Tirkiyê bi DAIŞ'ê re, bedenên xwe kirin mertalên zindî.

Di 26'ê Çileya 2015'an de alên serkeftinê li asîmana Kobanê firiyan

Di 26'ê Çileya 2015'an de alên Yekîneyên Parastina Gel li girê Kaniya Kurdan li Kobanê hatin daliqandin. Ew dîmen bun nîşaneye serkeftina Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û piştevanên wê.

Bi vîna xwe bajarê xwe jinûve ava kirin

Xebatên xizmetguzariyê ku li bajarê Kobanê îro tên pêşkeşkirin, hêza leşkerî, nexweşxaneyên mezin, avahiyên pir, sûkên mezin û qerebelix ji mezintirîn bajarê Sûriyê derbas dike. Nayê hişê mirov ku ev bajar, ew bajarê beriya vê bi çend salan bû.

Vîna gelê Kobanê bi hêztir bû. Şêniyan bajarê xwe bi rêveberiyek xweser ku mîna wê li tu deverekî din tune ye ji nûve ava kirin.

Eger ku yekî ku beriya 4 salan bajar dîtibe, tiştên ku îro li bajêr ji nexweşxane, avahî, dibistan û parkên birêxistinkirî bibîne wê li hemberî wan mat mayî bimîne. Ev erdîngariya ku hovantirîn rêxistinên terorîst berê xwe dabûnê, îro lê mezintirîn saziyên perwerdehî û tenduristî tên avakirin. 

Ji bilî wê, Kobanê destpêkirina dawiya DAIŞ'ê tê hesbandin. Bi hezaran çete li bajêr hatin kuştin û neçar man paşde vekişin. Her wiha ji bajarê Reqayê yê ku ji xwe re wek paytext ragihandibûn hatin qewirandin û niha li bêrîka dawiyê li nêzî bajarê Dêrazorê xwe asê kirine.

(şx)

ANHA