HEMED EL-MISTEFA –DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" bi pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê didome. Şervanên QSD‘ê ji bo rizgarkirina sivîlên li deverên di bin dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de mane bi çalekiyeke taybet korîdoreke mirovahiyê vekir.

Di vê çaroçveyê de şervanan 600 sivîl ji herêmên El-Şefaa, El-Sûsa, Baxoz û Hecînê ji pencên çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Sivîlekî ku dikarî xwe ji hovîtiya çeteyan xilas bike û xwe li herêmên QSD‘ê bigire destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ‘ê bi pêşketinên şervanên QSD‘ê belav bûne.

Her wiha heman sivîlî diyar kir ku gelek çete ji nava DAIŞ‘ê direvin an jî xwe radest dikin û bal kişand ku sivîlên di nav dorpêçê de ne li benda QSD'ê ne da ku wan rizgar bikin.

Koçber destnîşan kir ku çeteyan şêniyan wek martalên zindî bikar tînin da ku nebin hedefa derbeyên QSD'ê û wiha pê de çû: "Piştî ku QSD'ê ji me re korîdorek ewlehiyê vekir, em revîn."

Mayînan li her derê diçînin

Girêdayî vê mijarê koçber got: "Çete li her derê bi taybet di malên sivîlan de mayînan diçînin da ku nehêlbin şênî birevin. Li ber çavên me gelek sivîl di encama mayînan de birîndar bûn."

Di dawiyê de koçber spasiya QSD'ê kir ji ber ew rizgar kirin.

(şx)

ANHA