NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta Komeleya "Hevalatiya Kurdistan- Japonyayê" bi serkêşiya serokê komeleyê Kenoshita Akinobu serdana nûnerntiya PYD‘ê ya Ewropayê kir.

Endamên heyetê ji aliyê Serokê Rêxistina PYD‘ê ya li Ewropyê Ebdulselam Mustefa ve hatin pêşwazîkirin.

Herdu aliyan rewşa li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, binpêkirina Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, her wiha rewşa gelê Efrînê yên li Şehbayê nîqaş kirin. Kenoshita Akinobu diyar kir ku ew amade ye alîkariyan pêşkêşî gel Kurd bikin û girîngiya xurtkirina têkiliyan di navbera Kurd û Japonyayê anî ziman.

Ebdulselam Mûstefa spasiya şandeyê kir û anî ziman ku PYD‘ê amadeya vê însyatîfê pêş bixîne û têkiliyên xurt bike.