NAVENA NÛÇEYAN

Çeteyên girêdayî dewleta tirk li ser bersiva bomebebarana hêzên rêjîmê yên li ser gundewarên Idlibê, bargehên rêjîmê yên li Nubul û Zehra yên bakurê Helebê topbar dike.

Di topbarana li ser bajaroka Nubul de, jina bi navê Salma Kerîm ya 70 salî jiyana xwe ji dest da, 4 kes ji malbatekî jê 3 zarok birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan kesên birîndar, "Fadil Reşîd Heman (45), Reşdî Fadil Hemam El-Umer (14), Mihemed Fadil Hemam El-Umer (7) û Hadî Fadil Hemam El-Umer (4).

Di heman demê de jî hêzên rêjîmê gundewarên Helebê, bajarê Kefer Hemra, Cumiyet El-Zehra, Endan ên gundewarên bakurê Helebê bombebaran dike.

ANHA