HESEKÊ

Bi rasthatina salvegera 15`ê Şibatê salvegera 20`an a komploya navnewletî der heqê Ocalan de li herêmên cuda ên Kurdistanê çalakî têne orgenîzekirin.

Li bajarê Hesekê Rêveberiya Dibistanan semînerek girêdayî komploya navnewletî û tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin orgenîze kir. Semîner li taxa El-Kelasê bi tevlêbûna bi sedan mamosteyên Hesekê li dar ket.

Semîner ji hêla endama rêveber a Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Murad ve hate dayîn. Zeyneb got: "Ji sala 2011`an ve hevdîtinên parêzeran bi Ocalan re hatiye qedexekirin. Ev tecrîd hemû qanûnên navdewletî binpê dike. Dewleta Tirk bi tecîdê qanûnên navdewletî binpê dike."

Zeyneb teqez kir ku çawa dewleta Tirk bi Rêberê Gelê Kurd re dide û distîne, bi heman rengî bi gelê wî re dide û distîne. Ev tê wateya ku tecrîda li Ocalan, tecrîda li gelê Kurd tevahî ye.

Zeyneb bal kişand ser armanca dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê û got: "Dewleta Tirk bi armanca şikandina vîna gelê Kurd û rê li pêşiya belavkirina fikr û felsefeya Ocalan tecrîd li Ocalan ferz dike. Ocalan banga azadiya jinê kir, şoreşa Rojava bi şoreşa jinê bi nav kir, ji ber ku jin bingeha pêşketin û şaristaniyê ya herêmê ye."

Zeyneb Murad bi awayekî hûr û kûr deteyên komploya navdewletî anî ziman û got, komplo di sala 1998`an de dema Ocalan ji Sûriyê derket destpê kiriye û di 15`ê Şibata 1999`an de dîl hate girtin. Dewleta Tirk ji 2015`an ve tecrîd li Ocalan ferz kiriye û hevdîtinên malbatê û parêzeran qedexe kiriye.

(şx)

ANHA