MEDYA HENAN – ELÎ HESEN / NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de rastî komployeke navneteweyî hat. Di vê komployê de hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst û dûvikên wan ên netewedewlet ên herêmê ku siyaseta van hêzan li herêmê didin meşandin, beşdar bûn. Ev komplo ji dema derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir heta girtina wî di 15'ê Sibata 1999'an de û heta niha jî komplo bi rêbazên cuda didome.

Di vê raporê de em ê Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan vebêjin û em ê behsa rewşa di wê demê de bikin û bê ka sedema armancgirtina bi taybet Ocalan û hêzên ku beşdarî vê komployê bûne û armancên wan çi ye?

Derbasbûna Ocalan a Rojava

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 4'ê Nîsanê de li gundê Amara yê girêdayî Rihayê yê bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, di 27'ê Mijdara 1978'an de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di civînekê de ku 23 kesayet beşdar bûbûn, li gundê Fîs ê girêdayî bajarê Amedê ava kir. Lê piştî derbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê ku di 12'ê Îlona 1980'yî de pêk hat, endamên partiya nû neçar man ku ji welat derkevin û berê xwe bidin çiya û têkoşîna xwe bidomînin. Lê piştî ku gelek endamên partiyê hatin girtin Ocalan biryar da ku partiya xwe li giştî Rojhilata Navîn belav bike. Ocalan di sala 1979'an de ji Rihayê û bi rêya Rojava dest bi rêya xwe kir û heta roja Komploya Navneteweyî der heqê wî de ya 9'ê cotmeha 1998'an li Sûriyeyê piştî ku demekê li baregehên Bîqah ên Lubnanê ma û di 9'ê Cotmehê de di bin zextan de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve.

Beşdarên komployê

Ocalan nêzî 19 salan di Sûriyeyê de ma, lê ji ber zextên li ser Sûriyeyê Ocalan neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û di wê demê de tenê du rê li pêşiya wî hebûn. Rêya yekemîn ew bû ku berê xwe bide çiyayên Kurdistanê û ev rê dê gelê Kurd li hemberî êrîşeke qirkirinê rû bi rû bihêle, ji ber ku eger di Sûriyeyê de bimîne Tirkiyeyê gefên êrîşan li Sûriyeyê dixwarin û fûzeyên Tomahawk li seranserî sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bi cih kirin û got ku eger Ocalan ji Sûriyeyê dernekeve dê Sûriyeyê dagir bike.

Rêya duyemîn ew bû ku ji Sûriyeyê derkeve. Ocalan biryara derketinê da, ji bo têkoşîna xwe bi awayekî demokratîk û siyasî bidomîne û banga mafên gelê Kurd bike û giştî cîhanê bi rastiya gelê Kurd bide nasîn. Lê di rastiyê de gelek hêzên navneteweyî û herêmî beşdarî komploya li dijî wî bûn. Amerîka, Îngilistan û Îsraîlê hemû rêbazên zextê li ser dewletên ku Ocalan serdana wan dike dane maşndin û van dewletan mafê xwespartina siyasî nedan wî.

Ocalan ji Sûriyeyê ber bi Yewnanistanê ve derket û ji wir berê xwe de Rûsyayê û li wir 33 rojan ma. Ji Rûsyayê jî berê xwe da paytexta Îtalya Romayê û 66 rojan li Romayê ma. Lê rayedarên Îtalyayê jî ji bo wî tiştek nekir û careke din vegeriya Rûsyayê ku pêşwaziya Ocalan nekir û veguhest Tacikistanê û nêzî hefteyekê li wir ma. Piştre careke din vegeriya Moskovê û piştî du rojan berê xwe da paytexta Yewnanistanê Atînayê û ji wir berê xwe da Rûsyaya Spî û diviyabû ji wir berê xwe bide Hollandayê. Lê rayedarên Hollandayê got ku ew pêşwaziya wî nakin û di encamê de tu rê ji bilî Afrîkayê li pêşiya wî neman. Ji Ocalan re gotin ku dê wî bibin Afrîkaya Başûr da ku li rex Nelson Mandela bi cih bibe, lê komplokeran ew birin paytexta Kenya Naîrobiyê û ji wir hate revandin.

Ocalan der barê Komploya 9'ê Cotmehê de wiha dibêje: "Ez dibînim ku Komploya Navneteweyî ku di encamê de di 15'ê Sibatê de ez anîme Tirkiyeyê, yek ji bûyerên komploker ên desthilatdariya hegemon e. Serpêhatiya min ku ji 9'ê Cotmeha 1998’an ve bi derketina ji Sûriyeyê dest pê kiriye, hişt ku ez werim Atînayê û heta Rûsya û Îtalyayê dom kir û ez neçar mam vegerim Rûsya û Yewnanistanê û piştre gihaşt qonaxa dawîn a li Kenyayê. Sedema navlêkirina bûyerê bi komployeke navneteweyî ew e ku hêzên navneteweyî yên ji çar parzemînan beşdarî vê komployê bûne û di çarçoveya keysbaziyeke siyasî û berjewendiyên aborî de pêk hatiye, her wiha li rex gelek xiyanet, tundî û keysbaziyê."

Çarçove û armancên komployê

Hejmara mezin a hêzên ku beşdarî komploya li dijî Ocalan bûne, piştrast dike ku planeke mezin a li dijî herêmê heye. Armanca bingehîn a Amerîkayê ku wek hêza motor di vê komploya siyasî de ye, ew e ku Ocalan ji Rojhilata Navîn dûr bixe da ku karibe projeya xwe ya Rojhilata Navîn a Mezin pêk bîne.

Girêdayî vê mijarê Ocalan wiha dibêje: "Tişta ku Amerîka bi projeya xwe ya Rojhilata Navîn a Mezin armanc dike, ew e ku neteweperestiya dogmatîk û netewedewletan ava bike û wan li dijî hev bide şerkirin da ku hegemonyaya wê li Rojhilata Navîn demdirêj bimîne. Aşkera ye ku cihê tevgerên rizgariyê di vê projeyê de tune ye. Ji ber vê yekê têkiliyeke xurt di navbera projeya Rojhilata Navîn a Mezin a Amerîkayê û radestkirina min bi komployekê ji Tirkiyeyê re heye. Qonaxa ku di sala 2003'yan de dest pê kiriye, gotina min piştrast dike. Ji ber ku em nûnertiya alternatîfa rasteqîn a sêyemîn dikin ku li hemberî hevsengiyên ku hêzên hegemon ên navneteweyî li ser gelên Rojhilata Navîn ferz dike, parastina yekitiya demokratîk a gelan dike. Vê yekê hişt ku em bibin armanceke bîrdozî û siyasî."

Her wiha komployê armanc dikir ku şerekî Kurdî-Tirkî bi rêya armancgirtina Ocalan derxe. Aliyên ku beşdarî komployê bûne dixwestin Ocalan tune bikin û şerekî dijwar di navbera Kurd û Tirkan de derxin û di encamê de ev alî ji rewşên şer sûdê wergirin û berjewendiyên xwe pêk bînin.

Yek ji armancên sereke yên komployê ew e ku Tirkiyeyê wek amûrekê li Rojhilata Navîn ji xwe re bi kar bînin û li dijî gelên herêmê bidin şerkirin. Ew hêz bawer dikin ku bi dîlgirtina Ocalan dê xewna kurdî tune bikin û dê projeya xwe bêyî astengî pêk bînin. Di encamê de karibin rola Tirkiyeyê di herêmê de aktîf bikin.

Hêzên komploker xwest bi dîlgirtina Ocalan têkiliya di navbera gelê Kurd û Partiya Karkerên Kurdistanê de pûç bikin û baweriya bi tevgerê têk bibin û bandora Ocalan û PKK'ê li ser herêmê bi dawî bikin. Li ser vê bingehê hewl dan alîkariya hêzên siyasî yên kurdî yên dûvik bikin û fitne û tevliheviyan di nava tevgerên kurdî de li her çar parçeyên Kurdistanê derxin. Piştre rola mezin li herêmê radestî Tirkiyeyê bikin da ku wek asayîşekî wan berjewendiyên wan li herêmê biparêze. Nemaze ji ber ku rola tevgera rizgariya Kurdistanê bi serokatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî çavbirçîbûna Tirkiyeyê li herêmê mezin bû.

Di çarçoveya aborî ya komployê de, komplokeran hevkariya hev di projeyên aborî de kir. Rûsya ku di rewşeke aborî ya dijwar de bû, bi rêya vê komployê projeya "Şepêla Şîn" wergirt û Îtalya jî beşdarî vê projeyê bû.

Komplo bi şêwazekî din berdewam dike

Tevî ku ev 20 sal e di ser komploya li dijî Ocalan re derbas bûye, lê hê jî bi şêwaz û rêbazên din berdewam dike. Êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakurê Sûriyeyê di çarçoveya berdewama komployê de pêk tên, nemaze ji ber ku sîstema ku di rêveberiya bakurê Sûriyeyê de pêk tê, xwe dispêre fikra Ocalan û projeya wî ya neteweya demokratîk ku bi rêya wê demokrasî û wekhevî û edalet di navbera gelên herêmê de pêk tê. Serkeftina projeya Ocalan, Tirkiye û hêzên komploker tazî dike û dihêle ku her kes bipirse; gelo eger projeya Ocalan demokrasiyê pêk tîne gelo çima hate girtin? Di rastiyê de serkeftina vê projeyê li Bakurê Sûriyeyê dibe nimûneya çareseriyê ji aloziya Sûriyeyê re û di encamê de çareseriyê ji aloziyên Rojhilata Navîn re peyda dike. Bi vê yekê armancên hêzên komploker têk diçin.

Dr. Mihemed Nûredîn der barê êrîşên Tirkiyeyê li dijî Bakurê Sûriyeyê de wiha dibêje: "Di rastiyê de hemleya leşkerî ya Tirkiyeyê di hundirê Sûriyeyê de ji Mertalê Firatê û heta êrîşa li dijî Efrînê û niha li dijî Idlibê beşekî ji ajandeyên Tirkiyeyê ye da ku herêmên serweriyê ji xwe re di hundirê Sûriyeyê de peyda bikin, nemaze li herêmên nêzî sînorên Tirkiyeyê. Bêguman çespandina Tirkiyeyê ji bo vê yekê pêk bîne ne ji xwe berê hatiye, lê belê hêzên navneteweyî alîkariya wê dikin. Lê di heman demê de mijar ne tenê komploya li dijî Sûriyeyê ye, lê belê hebûna Amerîkayê di Sûriyeyê de aliyekî din ê dagirkeriya Tirkiyeyê di Sûriyeyê de ye. Tişta ku tê xwestin ew e ku hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin, da ku rê li pêşiya aliyên Sûriyeyê vebe û çareseriyekê ji aloziya xwe re peyda bikin. Di encamê de yekitiya axa Sûriyeyê tê parastin û edalet, wekhevî û demokrasî li giştî Sûriyeyê pêk tê."

ANHA