TEBQA

Saziyên Malbatên Şehîdan ên herêman (Tebqa, Reqa û Dêrazorê) îro yekemîn konferansa xwe li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê li darxist.

Piştî axaftinên beşdaran xebatên saziyê hatin nirxandin û bendên rêziknameyê hatin nîqaşkirin.

Ji wan bendan, diyarkirina reng û diruşma saziyê (logo), birêxistinakirina malbatên şehîdan di sazî û komîteyan de.

Li gorî rêzikanemayê; hemû şehîdên derveyî Bakurê Sûriyeyê (Enternasyonalîst) şehîdên şoreşê ne û malbatên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê malbatên şehîdên enternasyonalîst in. Her wiha nirxên madî û manewî yên şehîdan werin parastin û rola malbatên wan werin aktîvkirin, her wiha portreyên wan bêne arîşfkirin.

Piştî xwendina rêzikanameyê ji bo demên pêş pilansazî hate diyarkirin, ji wan dewreyên perwerdeyê ji bo malbatên şehîdan werin vekirin, gorên şehîdan bêne xemilandin.

Ji aliyê malbatan jî hin pêşniyar hebûn, ku dewreyên fêrkirina xwendin û nivisandin ji bo dayik û hevjînên şehîdan re werin vekirin û baxçeyên zarokan werin vekirin.

Di konferansê de, rêveberên saziyan ên hersê herêman hatin hilbijartin, Tebqa 9, Reqa 13 û Dêrazor 13. Endamên saziyê sond pêkanîna xebatê bi rêk û pêk xwarin.

Konferans bi axaftina Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Hind El-Elî ve hate kirin. Hind El-Elî got: "Lidarxistina konferansê diyar dike ku ev şoreş şoreşa gelan, ji ber ku biryarên wê ji aliyê dayik û hevjînên şehîdên azad û rumetên ve hatin derxistin."

Konferans bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakurê Sûriyeyê Adil Balî der barê konferansê de nêrîna xwe ji me re anî ziman û konferans bi gaveke dîrokî wesif kir û got: "Ji ber ku şehîdên azadiyê armancên wan hebin, ku jiyaneke hevbeş û netewa demokratîk pêk were li ser vê yekê wekî malbatên şehîdan divê em xwedî li mîrasên şehîdan derkevin û xeyalên wan bi cih bînin."

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê Ebdulkerîm Îbarhîm jî wiha got: "Ev konferans ji bo malbatên şehîdan xwedî girîngiyeke, da ku pêwîstiyên wan bi cih bîne, her wiha rewşa wan a jiyanî nas bikin. Em hewl bidin ku asta çandî li gel wan wan pêş bixînin."

ANHA