TEBQA

Îro di saetên sibê de yekemîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Tebqa, Reqa û Dêrazor bi dirûşmeya "Şehîdên me çirûska azadiyê pêxistine, şopandina rêya wan misogeriya avakirina civakek demokratîk û azad e" li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê dest pê kir.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamên dîwana konferansê hate hilbijartin û bernameya konferansê ji aliyê rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Bakurê Sûriyeyê Adil Balî ve hate xwendin.

Hevserokê Komîteya Aborî ya herêma Tebqayê Ehmed El-Silêman axivî û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn, her wiha bal kişand li ser nirxên şehîdan di parastina destkeftiyên gelen.

Endamê Desteya Serokatî ya MSD‘ê Cîhad Umer jî axivî û lidarxistina konferansa yekem pîroz kir. Cîhad Umer tekez kir ku serkeftinên heyî berhemên keda şehîdan e.

Cîhad Umer destnîşan kir MSD‘ê hêza xwe ji şehîdan digire.

Di konferansê de, ji Fermandarên QSD‘ê Luqman Xelîl jî axivî û tekezî li ser girîngiya danûstandinan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê kir.

Luqeman her wiha anî ziman ku tîfaqên li ser Idlibê têne kirin xizmeta DAIŞ û Nusra dike û li pêşiya projeya netewa demokratîk dibe asteng.

Hevserokê şaxê Partiya Yekitiya Demokratîk a herêma Tebqayê Musena Ebdulkerîm li darxistina konferansê pîroz kir û got: "Bêyî şehîdan welat ava nabe, em ê wefedariya şehîdan bin û û tovên gul û çîçekan li welat biçînin."

Di konferansê de, Rêvebera Meclisa Jin a Tebqayê  qelexana bîranên diyarî Saziya Malbatên Şehîdan kir û hêviya serkeftinê ji konferansê re xwest. Her wiha peyamên pîrozbahiya konferansê hatin xwendin.

Piştî axaftinan, rapora xebatên Saziyên Malbatên Şehîdan ên Tebqa, Reqa û Dêrazo hatin xwendin.

Konferans ji çapemeniyê re girtî bi nirxandina rêzikanameyê û rewşa rêxistinî didome.

ANHA