ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Suryanî ji sala 2000’an heta 2005’an li Komeleya Çandî ya Suryanî dest bi têkoşîna birêxistinkirina jinan kir û di 20`ê Tîrmeha sala 2013`an de kongreya xwe ya yekemîn li dar xist û bi rêya kongreyê karê xwe bi pêş xist û gelek şaxên xwe li Cizîrê vekirin. Hejmara endamên yekitiyê 500 e, çalakiyên yekitiyê ku rola jinan di hemû beşên jiyanê de aktîf bikin.

Yekitî xwe amade dike ku kongreya xwe ya duyemîn li ser asta herêma Cizîrê li dar bixe. Yekitî hewl dide asta şiyarbûna jinên Suryanî bi pêş bixe, her wiha navendên yekitiyê li derveyî herêma Cizîrê veke.

Berpirsyara Yekitiya Jinên Suryanî Sîham Qeyro destnîşan kir ku bi destpêkirina şoreşa Rojava re wan dest bi xebata xwe kir û hewl didin asta şiyarbûn û birêxistinkirina jinên Suryanî ku ji mafê xwe bê par man, bilind bikin. Sîham wiha got: "Em komeke jin bûn di Komleya Çandî ya Suryanî de di salên 2000’î heta 2005’na kar dikir, me kampên biçûk ava kirin û jin perwerde dikirin ku ji rewşa tê de derkeve, ji ber ku gelê Suryanî rastî gelek komkujiyan hatin."

Sîham da zanîn ku di destpêka aloziya Sûriyeyê de di sala 2013’an de wan kongreya xwe ya damezirandinê li dar xistine. Di kongreya yekemîn de hate ragihandin ku hêzeke leşkerî ji jinên Suryanî re bê avakirin û gelek akademî bêne vekirin û asta karê Yekitiya Jinên Suryanî bilind bikin.

Sîham wiha axaftina xwe dewam kir: "Me hewl da em têkiliya xwe bi hemû jinên pêkhateyên gelê Sûriyeyê re qewîn bikin, em tev li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûn û me gelek serkeftin pêk anîn.  Di şoreşê de rola jinên Suryanî bi pêş ket, me hêza leşkerî mîna hêza Bêt El-Nehrên û hêza Sotoro ya jinan ava kirin. Van hêzên beşdarî di gelek hemleyên leşkerî de li dijî çeteyên DAIŞ`ê li gelek herêmên kantona Cizîrê kir."

Li ser kongreya duyemîn ku tê payîn sibê bê lidarxistin, Sîham wiha got: "Armanca me lidarxistina kongreya duyemîn ew e ku em çalakî û karê xwe di çarçoveya birêxistinkirina jinên Suryanî de zêde bikin, em ê rola jinan di hemû beşên jiyanê de aktîf bikin, em ê di kongreyê de li ser beşa perwerdeyê ku jin zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin, rawestin."

Sîham tekez kir ku ji armanc û karê wan ku têkiliyên xwe li derveyî yekitiyê bi hêztir bikin û wiha got: "Em bi yekitiyên jinan ên din re wek Kongreya Star û Rêxistina Sara û gelek rêxistinên din re kar dikin ku mecliseke yekitiyan û saziyên jinan li ser asta Sûriyeyê ava bikin."

Sîham Qeyro di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê di kongreya wan a duyemîn de, têkiliyên xwe bi hemû jinên derveyî yekitiyê re jî fireh bikin û gelek biryarên ji bo vekirin û avakirina navendên wan li derveyî herêma Cizîrê û komîteyên nû bi rêya hilbijartinan bistînin.

(jo)

ANHA