KOBANÊ

Bi beşdarbûna 300 delegeyan yekemîn Kongreya Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Kobanê di roja duyemîn de bi dawî bû. Delegeyan 12 endamên meclisa rêxistinê li navçeya Kobanê hibijartin. Endam cihê xwe di komîteyên "Daravî, Jin, Ciwan, Karûbarên Civakî, Perwerde û Ragihandinê" de digirin.

Piştî axaftina hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen û nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star rapora salane ya navçeyê hate xwendin û deriyê nîqaş û pêşniyaran li pêşiya beşdaran hate vekirin.

Ji pêşniyarên ku derketine pêş, aktîvkirina perwerde û pêwîstiya ku hemû endam beşdarî perwerdeyên bîrdozî bikin, her wiha pêşxistina projeyên aborî û çalkirina parastina xweser.

Kongre li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dirûşmeya "Bi vîn û rêxistinbûyînê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk ava bikin tê lidarxistin.  Di roja duyemîn a kongrê de nûnerên partiyê yên navçeya Qenayayê ya rojavayê kantonê amade bûn.

Tê payîn ku dê civîn bi nûnerê û endamên partiyên yên navçeyên Şêran, Sirîn û Çelebiyê re pêk were û raporên wan ên salane werin nirxandin.

ANHA