Hemle li kolanên sereke ji ber avahiya meclisa kantonê heta Çerxerêya El-Elem pêk hat û tê de endam û rêveberên Kongreya Star, Meclisa Jinan a Sûriyê û endamên Meclisa Kantona Girê Spî beşdar bûn.
Ev hemle jî ji rêzeçalakiyên 19’ê Tîrmehê ya ku Kongreya Star beriya çend rojan bi boneya salvegera 7’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê da destpêkirin.
Beşdarên hemleyê anî ziman ku armanca hemleyê ew e ku civakê zana bikin û bale bikêşin ser girîngiya paqijkirina bajêr û ji şêniyan hêvî kir ku parastina paqijiya bajêr bikin.
(fr)
ANHA