NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser xwesteka Birîtanyayê civînekê li dar dixe. Bi vê yekê ev du car e ku meclis di nava hefteyekê de ji bo Yemenê du caran li hev dicivin.

Der barê operasyona leşkerî de NY`ê nerazîbûna xwe diyar kir. NY`yê destnîşan kir ku dibe ev operasyon bandorê li madeyên xwarinê û alîkariyên mirovî yên ji bo bi hezaran yemeniyan bike ku bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Di vê çarçoveyê de Wezîrê Karên Derve yê Birîtanyayê Boris Johnson di daxuyaniyekê de der barê êrîşên li ser El-Hudeyda de got ku pêwîst e operasyon bandorê li hatina madeyan neke û ev tişt anî ziman: "Koalîsyonê tekez kir ku ew hemû metirsiyên mirovahî dixe nava projeyên operasyonê."

Her wiha Johnson got ku hatina madeyên xwarinê, sotemenî û pêwîstiyên tenduristî tevgera jiyanî zêde dike.

Li bendera El-Hudeyda nêzî 600 hezar kes dijîn. Ew cihê sereke ye ku alîkarî di riya wê re ji nêzî 8 milyon kesên ku di herêmên di bin dagirkeriya çekdaran de ne tê şanidn. Lê koalîsyon di riya wê re êrîşî keştiyên Derya Sor dike û moşekên ku ber bi Erebistana Siûdî ve tên avêtin bi qaçaxî derbas dikin.

Roja sêşemê piştî ku dema Îmaratên Erebî dabû Yemenê bi dawî bû, êrîş li ser El-Hudeyda bi armanca derxistina koma Ensarallah El-Hûsî ji bajêr derxin, hate kirin.

(bx/ew)