HELSINKÎ

Bi dehan kurdên li Helsinkî paytexta Finladayê li dijî biryara DAY‘yê ya der heq 3 pêşengên PKK‘ê de çalakiyeke protestoyî  li ber avahiya sefaretxaneya Amerîkayê meşeke li dar xistin û daxwaz ji Amerîka kirin ku "Li şûna ku dijminahiya yên ku DAIŞ‘ê têk dibin bikin, bila Erdogan darizîne."

Di çalakiyê de alên PKK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sembolên ku Erdogan û DAIŞ‘ê rûyek in nîşan dide hatin hildan û dirûşmeyên şermezarkirina biryara Amerîkayê hatin berzkirin.

Xwepênşandêran piştî ku bi saetn li hin kolanên bajêr geriyan li ber avahiya sefaretxaneya DYA‘yê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de bang li Amerîkayê hat kirin ku ji biryara xwe paşde vegere û li şûna wê terorîst Erdogan û hikûmeta wî darizînin ku destekê dide DAIŞ û El-Nusra û hwd û zarok, jin kesên bi temen dijkuje û dijminahiya Kurdan dike. Her wiha hate diyar kirin ku PKK‘ê roleke mezin di şikandina DAIŞ‘ê rizgarkirina bi hezaran êzidiyên Şengalê de pêk anî.

Kurdistaniyên li Finlandayê di daxuyaniyê de gotin, PKK‘ê nûnertiya şoreşên gelê Kurd a daxwaza azadî û rûmeta xwe dike û diyar kirin ku ew dest ji pêşengên xwe bernadinn û dê têkoşîna xwe di her qadan mezin bikin û li hemberî mîna van biryaran bisekinin.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina têkoşîna PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA