KOBANÊ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Sûriyeyê de bi guleyên doçkayê gundê Elîşar ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê kir hedef.

Di êrîşê de ziyanên canî çênebûn.

Şevê din jî, leşkerên Tirk gundê Girmişkê yê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê gulebaran kir, di encamê de sivîlê bi navê Delîl Dawud Şêxo yê 36 salî birîndar bû.

ANHA