QAMIŞLO

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo 110 kes bi armanca şermezarkirian tecrîd û komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha ji bo piştgiriya dawazên hevseroka Kongreya Civaka Demoratîk (KCD)  Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 96 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêveger de ye, ketin greva birçîbûnê.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê Kongreya Star û Meclisa Gel a navçeya Amûdê ve bi dirûşmeya "Bi ruhê berxwedana girtgehan em ê tecrîdê bişkînin" hatiye organîzekirin û dê 3 rojan dewam bik.e

Konê greva birçîbûnê ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tekoşer Leyla Guven hate xemilandin li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê hatiye vedan.

Di çalakiyê de ji rêveberên Kongreya Star a Kantona Qamişlo Minewer Xalid axivî. Minewer got: "Wekî Kongreya Star li Rojava, çalakiyê me ji piştgiriya bi Leyla Guven û hevalên wê re û rakirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan berdewam in."

Minewer Xalid destnîşan kir ku bêdengiya navdewletî ya ji tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tê wateya ku ew jî hevkarên komploya li dijî Ocalan in.

(fr)

ANHA