QAMIŞLO

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê  ya ji bo rakirian tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 97 de didome. Ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven û grevên birçîbûnê, şêniyan navçeya Amûdê duh roja duşemê bi dirûşmeya `Bi giyana zindanan em ê tecrîdê bişkînin` çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin. Di roja yekemîn de 110 kes ketin grevê, îro jî 225 kesên din tev li grevê bûn. Hejmara çalakgeran gihaşt 335 kes in.

Konê çalakiyê ji hêla Kongreya Star û Meclisa navçeya Amûdê ve li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hate vedan. Kon bi wêneyên parlamenter Leyla Guven, wêneyên Rêberê Gerlê Kurd Abdullah Ocalan, sembolên Şoreşa Rojava, alên Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk hatiye xemilandin.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, bajarok û gundên girêdayî wê, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şandeyên ji saziyên civaka sivîl ên Qamişlo, Tirbespiyê û Girkê Legê ji saetên sibehê serdana konê çalakiyê kir.

Çalakiya roja duyemîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama rêveber a Koordînesyona Kongreya Star Delya Henan axivî û destnîşan kir ku komploya navnewletî der heqê Ocalan de, fikr û felsefeya wî armanc dikir. Fikrên Ocalan li tevahiya cîhanê belav bûn, gel û kesayetên navdar pê bandor bûne.  Bê komploya navdewletî Ocalan dikarî cîhan ber bi demokrasiyê û jiyana hevpar biguheranda.

Delya diyar kir ku Ocalan bi têkoşîn û berxwedana xwe li girtîgeha Îmraliyê komplo têk bir û rê neda ku dijminên demokrasiyê bighêjin armancên xwe.

Hevserokê Meclisa navçeya Amûdê Abdullah Ibrahîm Ehmed tev li çalakiyê bûye, ji ajansa me re diyar kir ku ji zêdetirî 20 salan ve, Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de dîl hatiye girtin. Dewleta Tirk bi armanca qutkirina têkiliya di navbera Ocalan û gel de ji 3 salan ve tecrîdek giran lê ferz kiriye û got: "Ji lew re wek gelê Kurd êdî em tecrîda ne mirovî tehemul nakin."

Abdullah Ibrahîm destnîşan kir ku wan ji bo piştgiriya têkoşer Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Çalakgerên greva birçîbûnê diyar kir ku ew heta şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê çalakiyên xwe berdewm bikin.

Serdana şêniyên navçeya Amûdê ji konê çalakiyê re berdewam e.

(şx)

ANHA