MINBIC

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Babê yê Bakurê Sûriyê agahî dan ku îro saet 17:00 li bazara bajarê Babê nêzî dikanan matorsiklêtek hatiye teqandin. Li gorî çavkaniyan agahî dan di encama teqînê de 11 sivîl birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneya bajarê Babê û nexweşxaneyên Tirkiyê.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Şehba dagirkirine li wan herêman her tim teqîn rû didin û sivîl têne kuştin û birîndar dibin.

(np)

ANHA