DÊRAZOR
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê piştî ku agahî ji şêniyekî girtin ku çenteyekî bi şuphe li pêşiya Nexweşxaneya Razî li ser rêya Cezrat hatiye bicihkirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe dan cihê bûyerê û derdor girtin. Hat zanîn ku bombeyek di çente de hatiye bi cihkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombe bê bandor kirin.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku tîmên Endiziyar 4’ê Sibatê bombeyek li bajarokê Şihêl ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê, bê bandor kiribûn.
(bx/bm)
ANHA